Malbata Bat ku li gundê Gawîşê yê 40 kîlometre dûrî Xizanê ye dijîn, bi alîkariya cîran û welatiyan li ser piyan dijîn. Malbata Bat, li gel xaniyê wan ê ax û kerpîçan li ber hilweşinê ye jî ji neçarî, di vî xanî de dijîn. Malbata ku ji 8 nifûsan pêk tê, di xaniyê 2 ode de dijî. Malbat di odeyekê de xwarinê çêdikin, nanê tendûrê çêdikin û li vir serê xwe dişon. Li odeya din jî hem radizên û hem jî wekî odeya rûniştinê bikar tînin. Ji ber ku xaniyê wan pir kevn bûye, endamên malbatmê her tim bi tirsa ku dê xanî hilweşe dijîn.
Lê encam negirt
Keyaye gundê Gawîşê Abdulhamit Koç, anî ziman ku ji malbata Bat 4 kes asteng darin û rewşa wan nebaş e. Koç, da zanîn ku heta niha ji bo alikariyê gelek caran daxwazname dane walîtî û qeymeqamiyê, lê tu encam negiritne. Koç, destnîşan kir ku li ser hewldan û daxwaza welatiyan di encama serlêdanan de bav Kemal Bat kirin xwedî meaş û wiha got: "Niha di malbata Bat de 8 kes dijîn û 4 kes ateng dar in. Di malbatê de tenê bav Kemal Bat ji 3 mehan carekê meaşê astengdariyê distîne. Rewşa wan pir xerab e. Li gel ku malbatê gelek caran daxwazname dan jî bê encam ma. Li gel serlêdanan heta niha kesî nehatiye ew ziyaret nekirine."
DÎHA/BEDLÎS