NAZIM DAŞTAN / MA/KOBANÊ

Endamê Polîtburoya Partiya Demokratîk a Kurdistana Sûriyeyê (P.D.K.S) Gêlo Îsa, derbarê hevdîtinên di navbera rejîma Şamê û Kurdan de peyivî û got, “Heger Şam dest ji hişmendiya xwe ya berê berde, dê dawî li şerê li Sûriyeyê were.”

Endamê polîtburya P.D.K.S´yê Gêlo Îsa bixwe jî li dijî rejîma Sûriyeyê têkoşiyaye û di girtîgehê de maye. Gêlo Îsa dibêje, Şoreşa Rojava ji sala 1956 ‘an her dewam dike û wiha diaxive: “Di qada siyasî de heta roja îro, em û gelek derdorên Kurdan pevçûn. Gava şerê li Sûriyeyê dest pê kir, me bi 10 partiyên Kurdan re Meclîsa Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) ava kir. Ji bo destketiyên gelan me ev meclîs ava kir. Lê dûre me dît ku ENKS wisan tevnagere. Li şûna bi karê navxweyî re elaqeder bibe, serî li rêyên Hewlêr, Enqere û Ewrûpayê da. Dûre bi komên Ixwan ul-Muslîmîn û Selefî re tevgeriyan. Li dijî destketiyên gelan, polîtîkayên pirr cuda şopandin. Ji ber van sedeman sala 2012’an em ji wan veqetiyan û me xwest em li gorî destketiyên gelên xwe polîtîkayê bikin.”

Em jî parçeyekî şoreşa Sûriyeyê ne

Îsa, tîne ziman ku bi awayekî aktîf beşdarî Şoreşa Rojava bûye û dibêje: “Di warê eskerî û siyasî de me gelek xebat birêve birin. Şerê me yê li dijî pergalê bi her awayî dewam kir. Em weke P.D.K.S’ê di nava damezrînerên Şoreşa Rojava de cih digirin. Ez niha di nava rêveberiya Bakurê Sûriyeyê de cih digirim. Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) im. Em jî parçeyekî Şoreşa Sûriyeyê ne. Ne tenê gelê Kurd, em destê xwe dirêjî hemû gelan dikin û bi hev re me ji nû ve yekitiya xwe ava kir.”

Şer bi rêyên siyasî çareser bibe 

Gêlo Îsa bi bîr dixe ku di demên dawî de hevdîtinên MSD’ê bi Şamê re hene û wiha pê de diçe: “Em ne dûrî vê yekê ne. Hemû mixalefetên li Sûriyeyê dinava MSD’ê de cih digirin. Di vî warî de nûnertiya gelên li Sûriyeyê dike. Li derveyî welat jiyîn, nabe ku mirov bi gel re bibe yek. Di rêveberiya niha de hemû gel bûne yek. Bi gel re tevdigerin. Em bawer dikin ku şer ne bi rêyên eskerî, bi rêyên siyasî çareser bibe. Ji ber vê yekê me berê xwe da Şamê.”

Banga zelalbûnê 

Gêlo Îsa, di vê mijarê de rejîma Şamê hişyar dike û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Em bi polîtîkayên rejîmê baş dizanîn. Ji ber ku berê jî em rastî van polîtîkayan hatin. Em bang li wan dikin ku di her warî de zelal bin. Divê di warê hişmendî û fikrî de guhertineke pirr mezin bike. Heger Şam dest ji hişmendiya xwe ya berê berde, dê dawî li şerê li Sûriyeyê were. Wê demê dê kriza li Sûriyeyê bi dawî bibe.”