Piştî ku ev proje hate qebûl kirin, zarokan dest bi xebatê kirin. Koordinatora projeyê Sibel Erduman; bal kişand ser armanca projeyê û diyar kir ku wan di çarçoveya projeyê de xebatên anket, drama û atolyeye meşand. Erduman, anî ziman ku zarokên beşdari xebatên atolyeyê bûn, hewl dan ku zarokên weki wan tên tawanbarkirin bi gotina "çawa tawanbar in" binin ziman û vebêjin. Erduman, anî ziman ku li Stenbolê 11 sarok tev li xebatan bûn û çirokên zarokên weki "sucdar" tên dîtin nivisandin û xwestin balê bikşînin ser pirsgirekan. Dîsa zarok derketin kolanan û wêneyên zarokan kişandin. Di çarçoveya projeyê de her zarokekî ku wêne kişandin ji aliyê zarokê din ve kirin nûçe. Erduman, bilêv kir ku 52 wêneyên di 23'yê de li Amedê hatin pêşandan dê sibê li Depoya Tutunê ya Stenbolê jî bên pêşandan. Kesên dixwazin pêşengehê ziyaret bikin dikarin heta 4'ê sibatê ziyaret bikin. Di çarçoveya projeyê dê panel jî bên lidarxistin.

Erduman, diyar kir ku ew dixwaze ji bo têkiliya di navbera komberî û sûc te tiştekî bike. Erduman, anî ziman ku di vê mijdarê de tene zagon na nûnertiya medyayê jî gelek girîng e. Erduman, xwest ku proj ji aliyê zarokan ve bê kirin. 

DÎHA/STENBOL