Film wek metraja kin hat kişandin û bernameya Yekitiya Ewrûpayê ya Sîvîl Duşun destekê dide filmê. Senarîstê film Suat Usta ye û derhêneriya fîlm jî Gokhan û Nadîde Seza Yalçinkaya dike. Serlîstikvanê film Zana Yamane (Kerîm) û lîstikvanên din jî Mesut Erencî, Eylem Oden û Rosîda Koyuncu ye. Fîlm di meha Gulanê de wê temam bibe û wê beşdarî Festîvala Fîlman a Hollandayê bibe. Li Tirkiyeyê jî wê li Stenbol, Îzmîr, Enqere, Antalya, Amed û Wanê bi temaşevanên xwe re bê cem hev.

Eylem Oden a ku bi xwe jî  ku di kadroya fîlm de cih digire, beşeke mezin a jiyana xwe li Enqereyê derbas kiriye û şahîdiya zilm û zordariya dewletê ya li ser transan kiriye, wiha peyivî : “Min zarokatiya xwe bi dîtina jinên trans derbas kir. Min wê demê ev wek tiştekî anormal didît. Ez qet jibîr nakim nîvê şevê qêrînek dihat me em derdiketinin şaneşînê. Jinên trans pevdiçûn. Dengê kornayan, şîdeta polîsan. Civakeke ku serdestiya mêr lê heye, mafê jinan tine ye, mijara gotinê ye. Divê mirov li hember hev rêzdar bin.”


Bi xebateke kolektîf derket holê

Eylem got wek şanogerekî di fîlmekî trans yê Kurdî de cih girtin, ji bo wê tecrubeyek mezin e û wiha berdewam kir: “Kişandina fîlm bi awayekî kolektîf hat kişandin. Tevî hemû şert û mercan me bi alîkariya gelê gund ev fîlm kişand.” Eylemê çîroka fîlm wiha vegot: “Kerîmê 17 salî di lêgerîna nasnameya zayendi de ye. Piştî dayika wî dimire, cilê dayika xwe li xwe dike û di nav xwe de vê pevçûnê dijî. Lê apê wî û malbat wî biçûk dixînin, tine dihesibînin. Ez amûja Kerîm ya 30 salî me. Tenê amûjna wî, Kerîm diparêze, piştgiriyê didê.”


OYKU DÎLARA KESKÎN/JINHA /STENBOL