Kolonîbûna Kurdistanê ji wan tesbîtan e ku tevgera rizgariya Kurd pê dest bi kar û xebata seferberkirina siyasî û civakî ya xelkê Kurdistanê û ji Kurdistanê kir. Dema em berê xwe didin tarîfên sereke yên koloniyan, em dibînin ku avakirina aboriya welatekî weke aboriyeke keviyê (perîferî) yek ji xisletên diyarker e. Li Bakurê Kurdistanê bi qirkirina civatên ne Misliman re aboriya heyî hat rûxandin; piştî damezrandina komara Tirkiyeyê (KR) aboriya Kurdistanê weke aboriyeke keviyê hat avakirin û elîtên wê yên aborî jî ji binî ve girêdayî hikûmeta navendî ne. Xisleteke din a sereke bi rêveberiya îdarî ya ji navendê ye ku KR'yê bi walî û qeymeqamên destnîşankirî misoger kiriye. Ango bajar û navçeyên Kurdistanê ne bi hilbijartiyan, lê belê bi destê amîrên mulkî yên ji Enqerê destnîşankirî tên birêvebirin. Bi van xisletên xwe jî Bakurê Kurdistanê koloniyek (mêhtingehek) e.

Xwerêveberiyên xelkê Kurdistanê li gelek navçeyan di rastiyê de helwêsteke li dijî vê rastiyê. Ango tevî ku xelk nûnerên xwe hildibijêre, şaredarên xwe hildibijêre walî li cihê cih diyarker e, Wezîrê Karê Hundir ê hikûmeta Enqerê dikare şaredaran û endamên meclîsên şaredariyê û bajaran ji wezîfeyê dûr bixe. Bi ragihandina xweseriyan sînor tên danîn li hemberî vê erka mêhtinger a Enqerê. Hikûmeta dewleta Tirk û tevahiya sazî û dezgehên dewleta Tirk bi bendan, bi xendekan û çeperan bi awayekî mekanî tên astengkirin û nikarin li gorî dilê xwe destwerdin îradeya xelkê van navçeyan. Ev bi serê xwe hem kirineke şoreşger e û hem jî kirineke rewa ya demokratîk e. Li vir ne hedê ti kesî ye ku vê kirinê ji ber bikaranîna şidetê weke ne rewa nîşan bide. Lewre li vir îradeyek heye ku rastî destwerdana ji derve û ji navendên hêzê yên hegemonîk tê û li hemberî vê berxwedanek heye ku mafê wê ye bi her navgîn û derfetê xwe li hemberî hêzeke çekdar a hegemonîk biparêze.

Ev xweserî, ne bi tenê ragihandina xweseriyeke îdarî ye, ev ragihandina serxwebûna îradeya civakê ye. Rayê sereke yê Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji destpêkê ve li ser peyva serxwebûnê ava bûye, di destpêkê de hin aliyên ji rêûresmê yên dewleta serbixwe di vê minaqeşeyê de xwedî cih bûn. Lê ji destpêkê ve minaqeşeya serxwebûnê di nava tevgerê de minaqeşeyeke bingehî ya fikrî bû û hîna jî wisa ye. Li vir serxwebûn ne weke serxwebûna îdarî ya dewletekê û serweriya wê dewletê tê îfadekirin, lê bil-ekis mijar her serxwebûna civakî û avakirina bingehê wê yê fikrî bû. Di encama vê minaqeşeyê de tevgerê fikra Xweseriya Demokratîk bi pêş xist ku derfetê dide her koma civakî xwe xweser bi rêxistin bike, meclîsên xwe ava bike, parastin, xwebûn û hebûna xwe bi tedbîrên cihê misoger bike û di nava xwe de têkiliyan deyne û bi rêbaza kordînasyonê tevneke konfederal ava bike. Ji vê sîstemê re jî Konfederalîzma Demokratîk (yan jî sîstema KCK) dibêje.

Mixabin siyaseta legal a ku xwe disipêre girseya bi pirranî Kurd a ku li dor vê projeyê seferberbûyî, nedikarî xwedî li rewabûna vê projeyî derkeve. Diyar e, pirr jî piştrast nîne, ka divê qebqebûyê bike li hêza hegemonîk a dewletê û yekdestdariya wê ya şidetê. Bi qasî ku ji daxwiyaniyan û helwêsta HDP'ê mirov dikare tê bigihêje, ew parastina xwerêveberiyan û xweseriya îradeya navçeyên Kurdistanê bi tedbîrên cihê napejirînin û dixwazin bi navgîn û tedbîrên dîplomatîk, muzakereya siyasî ya li navenda hêza kolonyalîst û çalakiya xwerû legal a li devera kolonî bigihêjin encamekê. Ev jî dîsa pirsgirêka ji hev dûrbûn û qutbûna elîtên siyasî û girseyên di warê siyasî de li Kurdistanê seferberbûyî. Ev bi serê xwe sosret û ecêbek e ku herî zêde jî bi kolonyalîzmê mirov dikare tê bigihêje. Elîta siyasî ya tevgera rizgariya Kurd jî herî zêde xwedî têkiliyên bi hikûmet û rêveberiya dewletê ya navendî re ye qismî yekser (derfetên dewlet dide di birêveberiyên herêmî de, zora ku dewlet bi hêza xwe ya hegemonîk pêk  tîne, vê têkiliyê diyar dikin) û qismî ne yekser (têkiliyên bi çînên yekser girêdayî Enqerê re, weke mînak elîtên aborî û jora çîna navîn). Ev têkilî û înteraksiyon kirina wan a siyasî sînordar dike, tevî ku texeyula wan a siyasî û fikrî di van sînoran de hilnayê.

Bi ya min ev qutbûn astengeke pirr mezin e li pêşiya siyaseta Kurd ku nikare hewêsteke hevgirtî nîşan bide. Mirov dikare piştgiriyê bide kirineke rewa, dema bibêje "ez napejirînim". Ev rewş ne tenê danader a minaqeşeyekê ye, ev di heman demê de danader a rewşeke heyî ye. Divê elîtên siyasî yên Kurd êdî karibin bi rastî jî bend û sînorên li pêşiya xwe bi rastî û mecazî bişikînin da ku karibin zexteke siyasî a cidî li navendên hegemonîk bikin. Yan na, diyarkeriya dewleta Tirk wê di munaqeşeyên wan de û di pratîkên wan de jî her bimîne û ew ê bibin aktorê rêza duyem ên siyasetê.