Humay û Humayûn ku weke berhema nemir a şêwekariya Îranê tê qebûlkirin, li muzeya navdar a li paytexta Fransa Parîsê Le Louvre bi awireke nû ya Charlotte Maury tê nîşandan. Ev berhem weke vîzyona mîrekî ku îlhama wê xewne hatiye xêzkirin. Ev berhem sedsala 19´an hat nasîn û dawiya wê sedsalê jî (1887´an) Yekîtiya Navendî ya Hunerê Xemlê ew bi dest xist. Ne nivîskar û ne jî şêwekarê vê pirtûkê îro tên nasîn. Lê em dizanin ku hikayeta Xoceyê Kermanî (muhtemelen 1290-1349) tesîr kiriye li sehneyên xêzkirî. Axir bi xêra rêbazên modern ên wênegirtina lêkolînî ku ji bo vê berhemê li labarotuwarên muzeyê hatin birêvebirin, em dikarin li vê berhema hanê bi awireke nû binihêrin, ji ber jinûvexêzkirin, liserhevxêzkirin û her tişta elaqedarî reng, boyax û pêkhatina pelan jî em dikarin bibînin.
PARÎS