Bi pêşengiya Tevgera Azadî û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jin hêj bêhtir bi hêza xwe dihesin û di qadên civakî de derdikevin pêş. Wênekêşa jin Ejîn Qadir li bajarê Silêmaniyê gelek wêneyên xwezaya Kurdistanê girtine û di bin navê pêşangeha ‘Gerînek li nav xaka pîroz’ de bi gel re parve kir. Di pêşangehê de 57 wêne hatin pêşandan. Ejîn Qadir destnîşan kir ku ev yekem pêşangeha wê ya taybet e û got, heke alîkariya wê bê kirin, ew dikare li bajar û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê jî pêşangehan veke. Wênekêşa jin eşkere kir ku ew berê jî 6 caran beşdarî pêşangehên hevpar bûye û wiha pê de çû: “Ev yekem pêşangeha min a taybet e û ji ber vê jî ez gelekî kêfxweş im. Eger alîkariya min bê kirin, ez dikarim li bajar û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê jî pêşangehan vekim.” Ejîn Qadir da zanîn ku wêneyên wê zêdetir li ser xwezaya Kurdistanê ne û wiha axivî: “Ji ber wê jî min navê pêşangehê danî ‘Gerînek li nav xaka pîroz’. Ez ê di 8’ê Adarê de jî ji bo Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê duyemîn pêşangehê vekim. ” 


 SILÊMANÎ