Nivîskar Azad Pênciwênî got, Ocalan ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe û bi azadbûna Ocalan li herêmê aştî wê pêk bê.

Li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nivîskar û derhênerê Kurd Azad Pênciwênî ji RojNews re axivî. Azad got, kesayeteke mezin wek Ocalan di nava sed salan de kêm e û got; “Em dikarin bibêjin di sedeya 21’an de Ocalan yek ji wan kesên mezin e. Li rexmê hemû astengiyan jî ji bo yekîtiya her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe. Heta Ocalan di zindanê de be, wê pirsgirêka Kurd xirabtir bibe. Bi azadbûna Ocalan aştî wê li herêmê pêk bê, ji ber ku Ocalan ji bo aştiyê dixebite.”

Ev erkê her kesa xwedî exlaq e

Pênciwênî di dewamê de bang li rewşenbîran kir û got; “Divê rewşenbîr ji bo azadiya Ocalan bixebitin. Ev erkê her kesa xwedî exlaq e. Divê em nehêlin Ocalan di bin wê tecrîdê de bimîne. Pêwîst e ku em weke qehremanekî li Ocalan binihêrin û di bara vê mijara mezin de bêdeng nemînin. Ev ne mijareke hêsan e.” n

 

SILÊMANÎ