Fermandarê giştî yê Lîwa Şemal a Demokratîk, Ebû Umer El-Idlibî got şerê li Idlibê bi zanebûn ji aliyê Rûsyayê ve hat kirin da ku aboriya Tirkiye, Îran û Sûriyê geş bike. Her wiha teqez kir ku sivîl dibin qurbanê encamên komploya wan.
Ebû Umer El-Idlibî di axaftina xwe de got, sedema sereke ya dijwarbûna rewşa li Idlibê, lihevkirina di navbera aliyên dewletên garantor li Astana-12’ê de ye, di civîna wan a dawîn de nakokî û tevliheviya di navbera aliyên li herêmê de tê zêdekirin.
Fermandarê giştî yê Lîwa Şemal a Demokratîk Ebû Umer El-Idlibî got, “Parêzgeha Idlibê tijî sivîl e. Lê di bin serweriya komên terorîst de ye. Ew kom binpêkirin, kuştin, êşkencekirin û girtinê dikin. Tişta ku li ser rûyê erdê çêdibe, şerê radestkirin û teslîmkirinê ye ku bi hevkariya Rûsya, Tirkiye û Îranê tê kirin. Komên terorîst ên girêdayî Tirkiyeyê derdikevin. Herêmên rejîma Sûriyê têne radestkirin û her tim jî sivîl dibin qurbanî.”
ANHA / ŞEHBA