Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya digel rojnameya Şerq El Ewsetê ya çapa Londonê de li ser meseleya vekêşana hêzên Amerîkayê ji Iraqê got: “Serkirdayetiya siyasî ya herêmê wek beşek ji Iraqê reftarê digel pirsa mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê dike. Her weha me bi aşkereyî helwesta xwe ragihandiye ku Iraq pêdiviyeke zor bi mayîna wan hêzan heye.”
Barzanî li ser îdiaya ‘serokê herêmê Mesûd Barzanî daxwaza mayîna beşek ji hêzên Amerîkayê li herêmê kiriye’ jî got, “Ev nûçe ne rast e çimkî gavên serokê herêmê di çarçoveya gotûbêjên hêzên siyasî yên iraqî de ye.”
Barzanî diyar kir ku serokê herêmê di vê mijarê de helwesta yekaliyane nîşan nade û ev pirs dê bi şêwir û gotûbêja digel hemû pêkhateyên Iraqê bê yekalîkirin û serkirdayetiya siyasî ya herêmê ji wê yekdengiyê dernaçe.

‘Amerîka dengê xwe nake’
Cîgirê serok PDKê derbarê pirsa topbaranên Îranê yên bo ser navçeyên sinorê yên Kurdistanê jî got, “Berdewambûna topbaranan tesîreke xirab li ser jiyana xelkê navçeyên sinorî kiriye. Du sal berê Îran dest bi topbarankirina navçeyên sinorî yên herêmê kir daku reaksiyona Amerîkayê biceribîne lê bêdengî û bêhelwestiya Amerîkayê, hana Îranê da ku topbaranên xwe zêdetir bike.”

Barzanî da xuyakirin ku herêma Kurdistanê operasyonên leşkerî û topbaranên Îranê bo ser navçeyên sinorî red dike û daxwaz ji PJAKê dike gefên li ser herêmê li ber çav bigire û dest bi xebata medenî bike.

LONDON