Hunermendên kurd ji bo piştgiriya gelê Îtalyayê ya ku ji ber vîrusa koronayê bi hefteyan e di karantînayê de ne, strana ‘Bella Ciao’ gotin. Klîpa strana 40 hunermendan li ser kanala MED Muzîk a youtubeyê hate weşandin. Di nava hunermendan de Mizgîn Tahir, Xelîl Xemgîn, Hesen Şerîf, Dilovan, Rotînda, Denîz Deman, Ayfer Duzdaş jî hene. Di dawiya klîbê de bi Kurdî û Îtalyanî ‘Sepre sîamo însîeme – Em ê her dem bi hev re bin’ hate nivîsandin. Navnîşana klîpê ev e: https://www.youtube.com/watch?v=9fRYe94q-dM
NAVENDA NÛÇEYAN