
Hem debar hem jî çand e
Li Zanîngeha Yüzüncü Yilê yê Wanê ji beşa Dîroka Çandê Yrd. Doç. Dr Ela Taş ji bo ev çand berdewam bike projeya bi navê “Bi benikan, hest tên ziman” kargeh avakir. Li vê kargehê jinên heremê tên û kevneşopiya kîlim ku ji dayikên xwe hilgirtine li wir kîlim çêdikin û dixwzin ku jinên malê ji mal derkevin. Taş, anî ziman ku jinên heremê hestê xwe baş nikarin îfade bikin û ji ber vê yekê jî hestê xwe bi motîfan neqşî kîliman dikin. Taş, qala wateyên motîfên kir û wiha pê de çu: “Kêyxweşî, bi motîfê ‘Destê Li Ser Navpiştê’ li ser kîlima Gülsarya tê neqşkirin. Ku jin dixwaze bizewice ‘Gohar’ li ser kîlima Wanê tê neqşkirin, ango ji porê xwe mû kî di nav kîlim de tê neqşkirin. Ku mirovekî tê bêrî kirin motîfên çûka tê neqşkirin.
Çanda kîlimê berdewam e
Taş, diyar kir ku kevneşopiya kîlima ne wek berê ye û ji ber vê sedemê ye ku “Bi benikan, hest tên ziman” destpêkiri ye. Taş, da xuya kirin ku jin ne ewe ku hima di mal de karê malê bike û wiha axivî: “Jin ne mecburin her tim li zarokan binêrin û hem ji bona vê tiştê hem jî me xwest em jinê ji mal derxin hem jî çanda kîlimê berdewam bikin. Her wiha jin li vê derê ji hêla aborî ve jî pêş dikevin. Mînak, her metrekarekî kîlimê 120 TL ye. Bi vê armancê em dixwazin jin xwe nas bikin û xwebaweriya wan zêde bibe. Ji bona vê projeyê jî alîkarî dixwazin. Divê jinên ku di mal de ne û dizanin kîliman neqş dikin divê derkevin holê ku ev kevneşopî berdewam bibe.”
Hêza jinan heye
Li kargehê Dayîka Xatun (54) wêneyê Behra Wanê li ser kîlimê ve neqş dikir û Nîhal Aslan jî motîfa “Şah-ı meran” ku bi Farsî tê “Şahê Maran” neqş dikir. Aslan, anî ziman ku atolye gelek xweş e û wiha axivî: “Gava ku ez vê karê dikim ez gelek kêyfxweş dibim. Em bi hevalê xwe re li vir kom dibin. Wekî din dema ku ez ji hêla aborî ve pere qezenc dikim, ez fêhm dikim ku ez tenê jî dikarim li ser piyê xwe biseknim. Ev jî qewet dide min.”
DÎHA/WAN