Hunermendên şêwekarî yên bajarê Amûdê ku di nava Tevgera Çand û Huner de cihê xwe digrin, ji bo berhemên xwe yên wekî resim û berhemên şêwekarî yên bi destan tên çêkirin, li Navenda Çand û Huner a bajarê Dirêbsiyê pêşengehek vekirin.
Di vê pêşengehê de 6 şêwekar cihê xwe digrin. Armanca wan a sereke ji vê pêşengehê ew e ku peyama ramana demokratîk û azad bigihînin her kesî, her wiha çanda Kurdî ya kevnar vejînin.
´Peywira me ye´
Hunermend û welatiyên Dirbêsiyê beşdarî pêşengehê bûn. Li vir 50 resim, hin ji wan li ser text, hin li ser cam û qizêzan hatibû xêzkirin, her wiha peykerên ku bi destan hatine çêkirin hatin pêşandin. Ev berhem rastiya jina Kurd a têkoşer ku qeyd û zincîrên hişmendiya desthilatdar qetandine derdixin holê. Her wiha hin wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hatine xêzkirin hatin pêşandan.
Ji Hunermendên şêwekarî Masûm Hemo got: “Derxistin û pêşandayîna rastiya civakê û şoreşa gelê xwe her wiha vejandina çanda rasteqîne a Kurdî peywira me ye. Ev yek pêwîst bû ku em berxwedan û têkoşîna jinê raxin ber çavan, her wiha em karibin peyama ramanên demokatîk û azad di nava civakî de bigihînin.”
DIRBÊSIYÊ