Li Silêmaniyê bi navnîşana ‘Rezê xwezayî’ bi berhemên xwezayî pêşangehek hate vekirin.
Li Hola Kelarî Emne Soreke ya Silêmaniyê jina bi navê Cîhan Salih bi berhemenên xwazayî pêşangehekî hunerî vekir. Berhemên wê hemû ji berhemên xwazayî hatine çêkirin.
Cîhan Salih têkildarî pêşangeha xwe ji ajansa me re axivî û got; “Ji bo rêzgirin û parastina xwazayê min ev kar kir. Min hemû tiştên bi kar anîne ji xwazayê girtiye. Min di berde gelek ked da. Ji bo bikarin tiştekî civan bafirînim. Her yek ji tabloyên min peyamekî veşartî li pişe.”
Cîhan salih axaftina xwe wiha domand; “Xweza gelek xizmeta me mirova dike. Divê em ji xwaza û berhemên wê bi parêzin. Ez ji ber nêzîkbûnên li hemberî xwazayê tê kirim xemgînim. Ji ber ku gelek zeviyên şîn, kirine bîna û cihên şîn kêm dikin. Her bajarekî ku xwazayê neparêze asta şaristaniya wê dikeve. Min di vê pêşangehê de 45 tablo nîşan dane. Dahata bi dest bikeve, ezê bidim, zarokên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.”