Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin.

Şahî bibeşdarbûna xelkê wargehê, Xwendevan, mamoste, çalakvanên greva birçîbûnê û mêvanan hate pîrozkirin. Bihatina xwendevanên dibistanan re alên PKK, KCK, KJK, YJA-STAR, posterên Ocalan û dovîzên ku li ser hatibûn nivîsîn; ‘Hêrsa Jinên Rêxistinkirî wê faşîzimê hilweşîne, û bi şoreşa jinê ber bi azadiyê ve, meydana şahiyê xemilandin.

Li ser navê Meclisa Îştar Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ya ku ev 48 roj in di greva birçîbûnê ya bê dem û bêdorveger de ye, li ser giringiya rojê got: “Em despêkê roja jinên kedkar yên cîhanê li Rêber Apo û tevahî jinên şoreşger bi taybetî jinên Kurd pîroz dikin.

Em soz didin tevahî gelê xwe, em ê bi berxwedana xwe serketinê bidest bixin.Ez tevahî çalakvanên di greva birçîbûnê yên li her meydanê silav dikim û serketinê jiwan re dixwazim.”

 

MEXMÛR