Rêzeçalakiyên Kongreya Star ên ji bo 8`ê Adarê roja jinan a cihanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Li bajarê Serêkaniyê Meclisa Jinên Sûriyê li Navenda Çand û Huner a  Serêkaniyê semînerek da. Bi dehan jinên ji hemû pêkhateyan, beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de cîgira Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Heyfa Mehmûd axivî û roja 8`ê Adarê li tevahî jiên cihanê û bi taybetî jî li jinên Efrînê pîroz kir.

Bi wesîleya rojê, li dibistana Ehmed Mixlif a bajarê Hesekê jî pêşangeha “Enamil Mubtekara” ya zarokan hat vekirin.

Li bajarê Minbic û gundewarên wê jî 8`ê Adarê bi dirûşma “Bi berxwedana jinan jiyan geş dibe û teror têk diçe” şahiyek hate lidarxistin. Şahî li dibistana amadehî ya bajêr pêk hat.

Endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, her wiha bi dehan xwendekarên dibistanê beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de îşaret bi rola jinan a di rizgakirina herêmê de û rêveberina wê de, hat kirin. Paşê stran û dîlan ji aliyê Koma Berayim a Çerkez ve hatin pêşkêşkirin.

Bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê, jinên Buroya Aborî ya girêdayî Kongreya Star çûn serdana navendên aboriya jinan ên li Kobanê û pirsgirêkên jinan di nava xebatê de nîqaş kirin.

Endamên Komîteya Aborî, jinên di saziyên civaka sivîl ên kantona Kobanê de, saziya Rêxistina Sara û Akademiya Şehîd Şîlan di serdanê de amade bûn. Di destpêkê de jinan serdana firneya nan a Heyat kir ku jin tê de dixebitin.

Piştî firneya Heyat, jinan serdana şitilgeha Miştenûr, kargeha Vîn û terzîxaneya Vîn kir. Piştre jinan berê xwe da Baxçeyê Serokatiyê yê li Qereqozaqê ê li rojavayê bajêr.

Li Lubnanê 8´ê adarê

Bi pêşengiya TEV-DEM´ê li bajarê Trablusê yê Lubnanê jî bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan, civînek li dar xist. Piştî rêzgirtinê rêvebera TEV-DEM´ê Şervîn Cûdî axivî û Roja Jinan a Cihanê li hemû jinan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parlamenter Leyla Guven pîroz kir.

Cilên reş li jinan kirin

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Hêvî Silêman jî bi boneya rojê li ser rewşa jinên Efrînê peyivî. Hêvî Silêman binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li ser jinên Efrînê weke êrişeke li hemberî vîn û şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN