Hunermendê Kurd Osman Ehmed, dibêje ew tecrûbeyên miletê xwe bi bîr tîne. Osman Ahmed li ser şopa pêşmergeyan bûye, tişta pê re jî qelemeke reş û defterek e. Kovara Economîst bi berfirehî cih daye huner û jiyana wî bi nûçeyeke ji Silêmaniyê.
Osman Ahmed wisa behs dike: “Tê bîra min, sar bû û baranê xweş dikir, û li çiyayan jî berf dibariya.” Behsa Mijdara 1985´an dike. Recounts Osman Ahmed, rêwîtiyeke zehmet dabû ber xwe û ev rêwîtî wî bibûna yeke hunerî. Ew bi pêşmergeyan re li çiyê digeriya da ku ji eskerên Iraqa Baesî xwe xilas bike. Ew ne dişibiya pêşmergeyekî. Di destên wî de qelem û defter hebûn.
Axir gava ku ew ji sînor bihurî û wî karî xwe bigihîne Tehranê, wî li kitêbxaneyan dît ku gelek berhemên di wan de resmên berhemên hunerî yên ji Ewrûpayê hene. Lê belê hewldanên wî yên ji bo xwe gihandina Ewrûpayê, kirin ku ew bikeve hepsê, piştre kete wargeheke penaberan. Di dawiyê de bêyî dilê xwe, vegeriya Kurdistanê.
Ha hingê, wiha bi wî xuya kir ku ti kes wê qirr û qiyameta şerî qeyd nake, nanivîse, xêz nake û tomar nake.
Tî bîra wî ew êş û azara wî ya vegera li çiyayên tevî pêşmergeyan, ji bo ku pê bihise ku tu kanala radyoyê behsa xirakirina warên Kurdan nake. Piştre 1988 tê, qirkirina Enfalê ya Sedam Huseynî li dijî Kurdan. Di vê qirkirinê de sîlehên kîmyewî jî hatin bikaranîn û ji xwe Helebce; çawa mirov ji bîr bike. Ha hingê Osman Ahmed gotiye, “Heger ez ji vî şerî sax bifilitim, ez ê bikim ku tevahiya dinyayê pê bihise.”
Sedema xêzkirinên wî jî ev biryara wî ye, wî ji hingê ve xêz kiriye ji bo ku bibêje, “Bi bîr bîne!”
NAVENDA NÛÇEYAN