Pêlavên kilaş li başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo cilûbergên mêran ên ji rêûresmê ji bo gelek minasebetan tên li xwe kirin. Hosteyên kilaşan Aram û Farûq Hacî bazara kilaşan li jinan jî vekir. ROZA MIHEMED-SOSIN / ROJNEWS / SILÊMANÎ   Di nava Kurdan de hûnerê keda dest gelekî bi qîmet e. Hunerê dest yê gelê Kurd ji ber wê îro jî di gelek waran de tê tercîhkirin. Gelek kes hene, hê jî çand û hûnerê Kurdî diparêzin. Du birayên li Silêmaniyê kilaşan çêdikin ji van in. Ev çanda kilaşan ku pêlavên taybet in, ji bav û kalên wan ji wan re maye û ew jî vî hunerî hîna dewam dikin. Herdû birayên bi navê Aram Hacî Mecîd (49) û Farûq Hacî (52) çanda ku bi dehan salan ji bav û kalên xwe girtine, îro roj jî dewam dikin.  Tecrûbeyekê xeml li rêûresmê zêde kir Aram Hacî Mecîd ku li Tewale ji dayîk buye, niha li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe dewam dike. Aram ev nêzîkî 30 salan e ku xerîkê karê kilaş çêkirinê ye. Aram derbarê çêkirina pêlavên jinan de got, “Di sala 2010’an de jinek ku hemwelatiyê Emerîkayê bû, hat dikana min û ji min xwest ku ez pêlaveke bi vî awayî ya jinan jê re çêkim. Dema ku min pêlav jê re çêkir, jina Emerîkî ji min xwest ku ez paçekî sor deynim ser pêlavê û wê bixemlînim. Dema ku min ev yek kir, ew pêlav gelekî ciwan derket.” Aram di dewama axaftina xwe de got, “Di destpêkê de dema ku me kilaş ji bo jinan çêdikirin, me di binê pêlavan de cudakarî dirûst dikir ku zêdetir me rengê sor bi kar dianî. Lê piştre me di serê pêlavê de jî hin tiştên cuda kirin, û me paçekî sor ji bo xemilandina pêlavên jinan bi kar anîn. Em niha jî rengê pembe û yê sorê tarî ji bo pêlavên jinan bi kar diînin.”     Mişteriyên jin ji derveyî Kurdistanê ne Aram wekî din diyar kir ku firotina kilaşên jinan di bazarê de kêm e û wiha peyivî: “Heya niha di bazara Kurdistanê de jin ji kirîna kilaşan dûr in. Lê ew jinên ku ji derveyî welat tên, van pêlavan dikirin.” Aram derbarê nirxê pêlavên kilaş de jî got, buhayê kilaşê bi xwe nêzîkî 50-55 hezar dînarê Iraqê ye û kilaşên jinan jî bi 35 hezar dînaran in. Piştî Aram birayê wî Faruq Hacî Mecîd (53) jî ku 12 salî de dest bi çêkirina kilaşan kiriye, got: “Binê van pêlavan ji xam pêktê ku ji çend rengên; sor, spî û şîn in. Em van rengan, parçe parçe dikin, piştre jî bi hev ve asê dikin.  Kiteke pêlavê, ji qederê 200 heta 250 parçeyên xam pêk tê. Herwiha beşa destpêkê jî ji deziyê spî pêk tê.” Heta niha di cihanê de kesekê nezaniye çep û rastê van pêlavan kîjan e. Mirov dikare fera vê pêlavê ya çepê ji bo rastê, ya rastê jî ji bo çepê bi kar bîne.