Ciwanên Kurdistanî û înternasyonalîst îro qonaxa dawî ya meşa xwe ya dirêj dane ber xwe. Doh di roja çaran a meşa xwe de, wan biryardariya xwe nîşan da û got, heta Ocalan fizîkî bê azadkirin, ew ê têkoşîna xwe xurt û dewam bikin.
Meşa dirêj a ciwanan ku ji bo azadiya Ocalan ji bajarê Bonnê dest pê kir, doh di roja çaran de ber bi Dusseldorfê ve dewam kir. Ciwan îro wê di roja dawî de jî ber bi Monchengladbache bimeşin û li vir çalakiya xwe bi dawî bikin. Ciwan di dema meşa xwe de li qonaxên digihinê jî çalakiyên perwerdeyî û çandî jî li dardixin.
Meşa Dirêj a Ciwanan bi dirûşma “Bi rêbertî re bimeşe, faşîzmê têk bibe” bi beşdariya zêdetir ji 100 ciwanên ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Ingilîstan, Belçîka û gelek welatên din ên Ewrûpayê pêk tê.
Di nava ciwanan de Kurdistanî û înternasyonalîst hene. Meşê 9´ê Îlonê ji Bonnê destpêkiribû û di dawiya roja sisiyan de gihiştibû Leverkusenê. Doh jî di roja sisiyan de ji Leverkusenê ciwanan dest bi meşa xwe kir. Ciwan wê êvarê bigihîjin Dusseldorfê.
Ji destpêka meşê ve kiryarên qedexekar ên polîsên Elman jî dewam dikin. Polîsên ku gelek dirûşm û sembol qedexe kirin, di nava sê rojên pêşî de gelek ciwanên ji provokasyonên nijadperestan nerazî jî destgîr kirin. Ciwan bi şertê beşdarî meşê nebin, hatibûn berdan.
Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo
Ciwan bi biryardarî meşa xwe dewam dikin. Ji wan ciwanan Lorîn a ji Duîsbûrgê, dibêje, ‘’Ez ji bo azadiya Rêbertiyê tevlî vê meşê dibim. Beriya niha jî beşdar bûbûm. Heta azadiya fizîkî ya Rêbertiya me bi cih were, ez bang li hemû ciwanan dikim ku li ber xwe bidin.’‘
Zekî yê ku ji Swîsre tevlî meşê bûye jî, dibêje, ‘’Ji bo azadiya Rêbertiya me dema ku min bihîst wê Meşa Dirêj were kirin, ji bo ku tevlî meşê bibim, min ji cihê karê xwe destûr xwest û ji 9’ê Îlonê ve dimeşim.’’
Zekî, roja Sêşemê piştî provakasyonên nijadperestan ji hêla polîsan ve hatibû destgîrkirin. Li ser vê jî ew dibêje, ‘’Ji cihê ku mayî çalakiyê didomînim. Ji bo azadiya Rêbertiya me ku bi komployeke navnetewî dîl hat girtin, ez bang li hemû ciwanan dikim ku tevlî vê meşê û çalakiyan bibin. Têkoşîna hevpar a ciwanan wê faşîzmê têk bibe, wê Rêber Apo azad bike.’’
Banga destekê li ciwanên Elman
Ji ciwanên înternasyonalîst Rêdan Mêrdîn jî behsa êrişa polîsan dike û dibêje, ‘’Hemû dirûşmên me qedexe kirin. Em ê meşa xwe bidomînin, lê ji bo ku provakasyonek nebe, em ê baldar bin û meşa xwe bidomînin. Bang li hemû ciwanên Elman dikim ku destekê bidin vê meşê.’’
Bedran ji bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê beşdarî meşê dibe, û dibêje, ew doza azadiya fizîkî ya Ocalan dike.
Beriya meşa roja çaran dest pê bike, di dema qonaxa we ya li Leverkusenê de jî ciwanan şeva xwe bi betalî nebihurand. Li Navenda Çandê ya Partiya Komunîst a Elman, ciwanan li ber berpirsyariya serdemê nîqaş kirin. Ciwanan li sînevîzyonekê temaşe kir û stranbêj Hozan Comerd jî konsêrek da.
LEVERKUSEN