Li bajarê Elmanyayê Hamburgê 1´ê Gulanê hevjînê berê yê Meryem Şahînê hewl da wê û zarokên wê bikuje. YJK-E û SKB bang kir ku ji bo saxiya Meryem Şahin û jinên din ên tehlûke li ser wan çalakî bê kirin.

Hevjînê berê yê Meryem Şahînê, Kalender Erdogan 1´ê Gulanê hewl da wê û zarokên wê bikuje. Hevjînê ku beriya bi 7 salan jê veqetiyayê kêr li stûzê wê xist û xwest zarokên xwe yên hevpar jî bişewitîne û bikuje. Li ser Meryem Şahînê hê jî tehlûkeya mirinê heye.

Tevgera Jinên Kurd li Elmanyayê YJK-E´yê daxiuyaniyek da û got, ”Bi ya me ev ne êrişeke ji rêzê. Mêrê wê yê beriya bi 7 salan wê dev jê berdayî, M.Ş. û zarokên wê qetil bike. derdikeve şaneşîna malê û bi qîran dibêje, ez ê we hemûyan bişewitînim. Ev yek danader a zêhniyeta mêrê desthilat e. Bûyerê nîşan da ku dewlet û saziyên wê yên elaqedar nikarin jinê biparêzin. Em dibêjin, lazim e tevdîrên çavên êrişkaran bitirsînin divê bên girtin.” YJK-E´yê lanet li hewldana qetlîamê barand û bang li rêxistinên jinan, meclîs û komunan kir ku bi çalakiyan rabin.

Em bibin dengê Meryemê

Yekîtiya Jinên Sosyalîta a Elmanyayê (SKB) jî ji bo Meryem Şahîn a ku çalakgera Yeni Kadınê bû daxuyaniyek da û got, ”Hêrsa me li dijî tevahiya sazî û dezgehan e ku her roj ji nû ve desthilatdariya mêr çêdikin, û li şideta li dijî jinê û komkujiyên li dijî jinê, temaûşe dikin.”

 

HAMBURG