Nivîskar ji dîroka Êzîdiyan digire heta roja me ya îro ku çi ferman bi serê wan de hatiye, him ji hêla olî û him jî ji hêla derûnî û civakî ve nirxandiye û di bin çend sernavan de ji xwendevanan re radigihîne.

Di pirtûkê de ku sernavê wê “Rewşa Kurdên Êzîdî” (Fermana 73’iyan) bi berfirehî ola Êzdayetiyê, pirtûkên wan ên pîroz Mizgefa Reş û Cilve-Nur, milê wan ên mîtolojîk û şibandina ola Êzdayetiyê û olên din xweş aşkere dike.

Di heman demê de ji dîrokê heta roja îroyîn çi fermanên bi serê wan de hatiye, pê re çanda xwe çawa parastine û rêber û şêxên wan kî ne, çi kirin e, yeko yeko vedibêje.

Nivîskar vê pirtûk û xebata xwe diyarî cangoriyên di azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane dike.

Nivîskar Hayretîn Ekîncî girtiyekî ji doza PKK cezayê muebetê girtiye ku bû 22 sal in di girtîgehê de ye. Berî vê pirtûka xwe çend pirtûkên din ên weke nirxandin, roman, helbest û çîrok jî weşandine, di nava deryaya wêjeya Kurdî de cih girtiye û xebatên xwe ên wêjeyî hîn didomîne. 


 AMED