Weşanxaneya Yabayê pirtûkek li ser dîroka Êzîdiyan weşand. Pirtûka bi navê Çiyayê Şengalê: Çîroka Gelekî ku Nayê Zanîn û Kurd a bi Îtalî (Monte Singar: Storia di un popolo ignoto) hatiye nivîsîn, ji aliyê Celal Kabadayi ji bo Tirkî hatiye wergerandin. Pirtûk di çarçoveya pirtûkên Pirtûkxaneya Mezopotamyayê de hatiye çapkirin ku Weşanxaneya Yabayê heta niha 28 pirtûk di vê çarçoveyê de çap kirine.
Di pirtûka bi navê “Çiyayê Şengalê: Çîroka Gelekî ku Nayê Zanîn û Kurd” de beşê yekê li ser dîrok, çand, ol, huner, civak û zimanê Kurdên Êzîdî û beşa duyem jî bi giştî li ser Kurdan disekine. Beşa yekem a vê pirtûkê, rêwîtiyeke dirêj li dûv xwe hiştiye. Pirtûk mihtemelen di destpêkê de ji aliyê keşeyên (yan jî keşeyekî) Keldanî ve hatiye nivîsandin. Paşê Samuele Giamil jî ew wergerandiye Îtalî. Ango sala nivîsandina pêşî nediyar e. Niha jî ji Îtalî Celal Kabadayi wergerandiye Tirkî. Ev beşê pirtûkê weke sohbeteke pirs û bersivan a di navbera du Êzîdiyan e de hatiye sêwirandin ku agahiyan li ser civak û diyaneta Êzîdiyan dide.
Ji metnên Asûrî-Keldanî hatiye wergirtin
Orîjînala pirtûkê bi zimanê Asûrî-Keldanî hatiye nivîsandin. Samuele Giamil ango Samuel Jamil pirtûk ji bo Îtalî wergerandiye. Li hin çavkaniyan tê diyarkirin ku kesê pirtûk bi Asûrî-Keldanî nivîsandiye, Keşe Isaac yan jî Isacco ye. Li hin deran jî navê wî weke Bartella tê binavkirin.
Giamil di pêşgotina xwe ya ku ji bo pirtûkê nivîsandiye, dibêje; “Pirtûk ji ber metnên li Pirtûkxaneya Keşîşxaneya Rabban Hormizdê hatiye wergirtin. Ev pirtûk ji hêla keşeyekî hatiye nivîsandin ku derbarê kevneşopiyên olî û razên gelekî nîv-pagan ango pirrxwedaperest de ye ku bêhtir li Sûriyeyê dijîn û weke Êzîdî tên naskirin.”
Sohbeta du Êzîdiyan
Di pirtûkê de Êzîdî, bi navê “Yezidi” hatiye penasekirin. Weke ku tê zanîn civaka Êzîdiyan, di serî de li Rojhilata Navîn û paşê jî li hemû cîhanê bi navê “Yezidi” hatine naskirin. Di pirtûkê de tê dîtin ku du kes li ser dîrok, çand, ol û civaka Êzîdiyan sohbetê dikin. Lê nayê gotin ka ev kes kî ne. Yek jê derbarê Êzîdiyan de pirsan dike û yê din jî bersivan dide ku bi qasî tê zanîn her du jî ji civaka Êzîdiyan in.
Beşê duyem li ser Kurdan e
Beşa duyem a pirtûkê di bin navê “Kurd” de hatiye weşandin. Nivîskarê pirtûkê François Bernard Charmoy e. Charmoy Rojhilatnasê ji Fransayê ye ku li ser Şerefname ya Şerefxanê Bedlîsî xebitiye û ev pirtûk bi têbiniyan û bi agahiyên nû weke 5 cild amade kiriye. Pirtûk ji hêla Weşanxaneya Yabayê ve hatibû çapkirin.
Rojhilatnasê rûsî Vladimir Minorski ev metnên ku Yabayê çap kirine, ji nava Şerefnameyê berhev kirine. Yanî ev metin weke kurtedîroka Kurdan e û bi kurtasî behsa dîrok, çand, huner, civak, ol, ziman û gelek tiştên din ên Kurdan dike. n STENBOL