- Belgefilma “Evîn di rûyê qirkirinê de” ji berhemên dawî yên Komuna Film a Rojava ye. Film bi stranbêjên Şengalê dadikeve û di rêûresma wan de dibîne ku di nava stranên evînê de jî şopa fermanan heye.
ERSÎN ÇAKSÛ
ANF/QAMIŞLO
Derhênerê belgefilma ‘Evîn di rûyê qirkirinê de” Şêro Hindê dibêje, “Eger hûn dixwazin çand û dîroka Kurdan nas bikin, divê hûn bala xwe bidin dengbêjiyê. Di dengbêjiya Êzîdiyan de, di stranên wan ên evînê de jî şopa fermanê heye.” Şêro Hindê ji ber vê jî berê we daye Şengalê. Demeke kurt piştî fermanê, Şêro Hindê li Şengalê bû. Yanî wan rojên ku li aliyekî qirkirin, li aliyê din jî berxwedana lehengî ya li dijî qirkirinê di zik hev de bûn, li Şengalê dest bi lêkolînê û girtina dîmenan kir.
Belgefilma “Evîn di rûyê qirkirinê de” ku derhêneriya wê Şêro Hindê dike û stranên wê jî Mehmûd Berazî amade kirine, ji aliyê Komuna Fîlm a Rojava ve hate çêkirin. Fragmana filmê jî pêr hat weşandin.
Belgefilma li ser dengbêjiya Kurdên Êzîdî, di nava 3 salan de hate amadekirin, di demeke nêz de wê li Festîvala Belgefilman û Filman a San Sebastian û gelek festîvalên din ên navneteweyî bê nîşandan.
Fermanan evîndar jî ji hev qut kirin
Şêro Hindê bi bîr dixe ku gelek caran ferman li Êzîdiyan rabûne, û bi rêya dengbêjiyê nehatine jibîrkirin. Dengbêjiyê bîra fermanan ji nifşekî gihandiye nifşê din. Li ser meselê, derhêner Şêro Hindê dibêje, “Di nava stran û dengbêjiya Êzîdiyan de me şopa gelek serpêhatiyên Êzîdiyan dîtin. Di straneke evîndariyê de jî me dît ku şopa komkujî û trajediyan heye. Jixwe, me sûd ji vê yekê girt û bi vî rengî dest bi kar kir. Bala xwe bidin stranên evîndariyê yên Êzîdiyan, di tevahiya wan de hûn ê li cihekî şopa fermanê bibînin. Piştî fermaneke bi destê Osmaniyan, evîndar ji hev qut bûn. Mêr hatin kuştin, yan jî êsîr hatin girtin, jin jî hatin revandin. Di strana li ser vê yekê de hûn dikarin şopa fermanan, komkujiyan bibînin.”
Şêro Hindê pirraniya van stranan weke belgeyên dîrokî dibîne, lewma behsa ferman, deverên ferman lê qewimîn, mirovên hatin kuştin, yên li ber xwe dan dikin. Şêro Hindê îşaret bi qelsbûna vê rêûresmê jî dike û dibêje, “Em jî ji bo ev çand neyê jibîrkirin hewl didin.”
Av nekolane îş kirine
Piştî ku Mehmûd Berazî yê muzîsyen û aranjor dibêje, dengbêjiya Êzîdiyan cuda û xwedî aliyên resen e, wan dest bi lêkolîna dengbêjiya Êzidiyan kiriye. Di nava komê de Mehmûd Berazî, Zohrab Qado, Xoşman Qado, Brahîm Feqe jî hene. Wan xwestiye hem çandê bidn nasîn û hem jî xwedî lê derkevin. Şêro Hindê li ser vê stranbêjiya Şengalê dibêje, “Lê belê di nava xwe de jî cihê ye. Gelek formên xwe hene, mîna; dengbêjiya civakî, dengbêjiya bi rengê olî, dengbêjiya herêmî.”
Ji ber hesasiya mijarê, amadekirina belgefilmê jî gelekî kişandiye: “Montaj û muzîkên wê gelekî dem jê re diviyabû. Diviyabû reseniya muzîkê bihata parastin. Mesela diviyabû gelek têgîn û formên wê hatibûna lêkolîn.”
Film encama karekî kolektîf ê Komuna Film a Rojava ye. Yanî senaryo, girtina dîmen, deng, montaj hemû li vê komunê bûne.
Şêro Hindê yê Qamişloyê
Şêro Hindê sala 1983’an li Qamişloyê ji dayik bû. Li beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Şamê xwend. Li Şamê demekê perwedeya kamerayê wergirt û bi Şoreşa Rojava re cihê xwe di nava Komuna Film a Rojava de girt. Lêkolînên çandê dike. Ji bo stranan gotinan jî dinivîse. Wî di hin filman de rol jî kiriye û li Komuna Film a Rojava derhênerê film, belgefilm û klîpan e.