Di 28'ê Kanuna 2011'an de balafirên şer ên artêşa Tirk de welatiyên ji gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê yê ku li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ji bo bazirganiyê derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûn di vegerê de hatibûn bombebarankirin. Di bombebarana balafirên şer ên TSK'ê de piranî zarok 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Ligel bi ser komkujiyê de salek zêde derbas bû kiryarên komkujî hêj nehatin dîtin. Ligel vê yekê lêgerîna malbatên Roboskî yên bi êş a dadê berdewam dike. Zarokên li gundê Şamînîs ê navçeya Şaxê ya Wanê yên temenên wan 9-11 salî bi wêneyên çêkirin, strarên dibêjin û helbestên dinivîsîn Komkujiya Roboskiyê ji bîrnekirine radixe ber çavan. Zarokên bi kîlometreyan ji navçeyê dûr û li gundê ber quntara Çiyayê Kato dijîn, diyar dikin ku ew komkujiyê jibîrnakin û nadin jibîrkirin. Zarokê bi navê Ferhat Tînîç ê 11 salî helbesta nivîsî bi gotina, "Min helbest ji bo hemû gelê Kurd Roboskiyê ji bîr neke nivîsî" xwend. Tînîç bi hewokên helbesta nivîsî yên "Êdî bila şer çênebin. Dayîk negirîn." komkujiya Roboskiyê di cîhana zarokan de çawa cih girt radixe ber çavan.

Zaroka bi navê Raziye Tor a 10 salî jî diyar kir ku wê helbest nenivîsiye lê wêne xîz kir û strana ji bo Roboskiyê hatî çêkirin got. Tor di stranê de bandora komkujiya Roboskiyê ya li ser wê hişt vegot. Zarokên temenê wan 6-9 jî komkujî bi wêneyên çêkirin nîşan dan.  

Helbesta Tînîç

"Roboskiye ji bîr nakim Roboskiye ji bîr nakim
Ez dê tola wê hilînim û doza wê berdewam bikim
Kesên li Roboskî hatin qedilkirin li dilê me vedigerin
Hemû birayên me û hemû xwişkên me ne
Şerê Roboskiyê hêsîren dayikan e
Ew qas hatin qetilkirin ji bo mistek benzîn
Kesên li Roboskiyê komkuji pêk anîn dilê me perçe kirin
Ev li cem wan namîne
34 kes qetil kirin ruyê xayinan kenandin
Dê roj bê çerx viz bibe hesap bê pirsîn
Bila êdî şer nebe xwîn û hêsir rawestin
Ji ber ku şer hebe hesîr û girî jî heye
Ciwanên hatin qetilkirin jê 29'ê wan Encu bûn
BDP wekî rêber dîtin
Yên komkujî pêk anîn Serokwezîr Serok Komar û Serfermandar bûn
Îtîraz nekin derket holê
Gelê me ji derewê we zîwer bû
We ev komkujî çima kir
Ev li cem we kar namîne
Hemû Kurd bira ne
Dê dest bidin dest hev
Dê tu carî ji bîr nekin
Dê hesabê vê yekê bipirse
Ew hemû xwendekar bûn"


DÎHA/WAN