Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) ya Amedê têkildarî îşkencekirina M.E.C. ê li Midûriyeta Polîsan a Rezan a Amedê rapor amade kirin. Komîsyona rêxistinên mafên mirovan li salona Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê rapor eşkere kir. Li ser navê komîsyonê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, diyar kir ku parêzeran heta 8 saetan nekarîbû bi M.E.C. re hevdîtin bikin û wiha got: "Parêzer di 31'ê Gulanê de ji bo bi M.E.C. re hevdîtin bikin hatin astengkirin.

Aydin, anî ziman ku M.E.C. agahî dan parêzeran û serpêhatiyên xwe wiha anîne ziman: "Ez birim qereqola li pişt Oryilê. Di vê navberê de bê navber li min xistin. Îşkence kirin. Piştre ez ji Qereqola Oryilê birim asayişê. Li vir jî îşkence kirin û muameleya xerab kirin. Heta ez anîm Amîriya Buroya Cînayetan a Şaxa Asayişê li min xistin. Hemû kesan çêr ji dayika min, xwişka min û xizmên min re kirin.

Piştî ez hatim binçavkirin, 4-5 saetan destê min li pişt min kelepçe kirin. Destê min li pişt min kelepçekirin û îşkence li min kirin. Ez tazî kirim û bi copan işkence kirin. Destê xwe dixistin qirika min û dixwestin min bifetisînin. Hindik dima ez bifetisim dîsa qirika min sist dikirin. Dema îşkence dikirin çavê min digirtin. Beriya ez di 31.05.2020'an de îfadeyê bidim 15-20 deqiqe berê bijîşk hat ez muayine kirim. Dema bijîşk ez muayine kirim, polîsek li ser serê min û bijîşk sekinîbû."

 

MA/AMED