Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewrûpayê (OECD) jî der barê encamên hilbijartinê de daxuyaniya xwe ya destpêkê da û got, Referandûn di şertûmercên adil û wekhev de pêk nehatiya. OECD´yê da zanîn ku ew ê raporeke berfireh der barê mijarê de paşê biweşînin.

Ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê helwêsta xwe diyar bikin, gotibûn, ew ê li benda daxuyaniya OECD bimînin, da ku zanibin ka referandûma li Tirkiyeyê rewa bû yan na. Rayedarên OECD´yê doh daxuyaniyek da, û di dema daxuyaniyê de rexneyên hişk li şert û mercên pêkhatina referandûmê girtin. Wan di heman demê de îşaret bi neqanûnîbûna lê qebûlkirina zerfên bêmohr jî kir.

Seroka Heyeta Sînordar a Çavdêriya Referandûmê ya OECD / DKİHB´yê Tana de Zulueta got, “Xebatên Desteya Hilbijartinê ne şefaf bûn, hejmara çavdêran sînordar bû û der barê mijarê de Desteya Bilind a Hilbijartinê jî kên giştîname weşandin. Di Desteyên Hilbijartinê de nûneriya partiyên siyasî jî kêm bû”.

Bi kurtî li gorî OECD´yê referandûma li Tirkiyeyê ne li gorî standartên hilbiajrtinan ên navneteweyî bû.

Seroka heyetê Tana de Zulueta wekî din bal şişand ser rewşa awarte û astengkirina mafên bingehîn a wê rê li ber wan vekirî, dîsa newekheviya cihgirtina di medyayê de ya aliyên referandûmê jî girîng hat dîtin.

OECD´yê her weha da zanîn ku li Kurdistanê, xelkê ku bajarên wanb hatin xirakirin, karîbûn bi zehmetî dengê xwe bidin, û hinan ji wan nikarîbû dengên xwe bidin. 


NAVENDA NÛÇEYAN