Hevseroka KCD’ê Leyla Guven got, “Armanca çalakiya min tenê ne ew e ku hevdîtinek bi Birêz Ocalan re pêk were. Armanca çalakiya min ew e ku dawî li tecrîda mutlaq bê.”

OZGUR PAKSOY / MA / AMED

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a di greva birçîbûnê de got, “AKP neçar e hesasiyetên gelê Kurd li ber çavan bigire. Heger ev rewş dewam bike, AKP wê dawiyê li xwe jî bîne. Divê tecrîd bi dengekî hevpar bê şikandin.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 7’ê mijdarê ve di çalakya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Çalakiya Guven, ev 14 roj in, didome. Guven bi rêya parêzerên xwe çalakiya xwe nirxand.

Piştevanî zêde dibe

Guven bal kişand ser piştevaniya bo çalakiya xwe û got, “Ez bawer dikim ku pêl bi pêl wê ev piştevanî belav û mezin bibe. Hemû gelê kurd û derdorên demokratîk û parêzvanê mafên mirovan dizanin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û dizanin ev yek nayê qebûlkirin.

Mafê me yê xwe gihandina nûçeyên objektîf, nîne. Radyo jî tenê li ser pêla FM eyar kirine. Ev rewş, rastiya Tirkiyeyê hemûyî radixe ber çavan. Her çiqasî ez agahiyan nabihîzim jî lê hîs dikim ku piştevanî her diçe mezin dibe. Ez bawer dikim ku her kes dizane ev tecrîd li dijî aştiyê ye. Bi taybetî jin û ciwan bi vê dizanin. Ji ber vê yekê jî ez bawer dikim ku wê bi xurtî xwedî li çalakiyê derkevin.”

Tecrîda mutleq bes e

Guven bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û çalakiyên ji bo Ocalan, û got: “Armanca çalakiya min tenê ne ew e ku hevdîtinek bi Birêz Ocalan re pêk were. Armanca çalakiya min ew e ku dawî li tecrîda mutlaq bê. Divê di çarçoveya hemû mafên qanûnî yên ji bo Birêz Ocalan de, şertên wî bên başkirin. Ji ber vê yekê jî divê çalakiya min di raya giştî de rast bê dîtin û bê destekkirin.”

 

Walîtiyê ew metelmayî nehişt

Guven da zanîn ku ew ji ber biryara qedexeya Walîtiya Amedê ya ji bo piştevaniya wê, şaş nemaye û got, bi qedexeyê dixwazin civakê bitirsînin.

Guven ev peyam da hikûmeta AKP’ê û raya giştî, “AKP neçar e ku hesasiyetên gelê Kurd li ber çavan bigire. Heger ev rewş dewam bike, AKP wê dawiyê li xwe jî bîne. Wê ji ser dika siyasetê biçe ser sergo. Hêvî û daxwaza min ew e ku kesên elaqedar bi hişek rastî û polîtîkayên durist guh bidin daxwaza hevpar a civakê û ji bo nirxên civakê yên hevpar xizmetê bikin. Bêguman di vî warî de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê şoreşgeran, derdorên demorkatîk. Heger ev derdor deng bilind bikin, tecrîd wê bê şikandin û îdealên hevpar ên gelan pêk bên.”