Li seranserê Ewrûpayê li gelek navendan bi pêşengiya TJK-E´yê bi dirûşma 'Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan' Kurdistaniyan û dostên wan dengê xwe li dijî dagirkeriyê û şidetê bilind kir.

Jinên Kud li her devera Ewrûpayê doh û pêr bi dirûşma "Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan" daketin meydanan û şideta li jinê, mîlîtarîzm, dagirkerî û dagirkirina bi qeyûman a şaredariyan protesto kir.

Li bajarên Elmanyayê Frankfûrt û Mannheimê, li paytexta Fransayê Parîsê, li bajarên Fransayê Rennes û Bordeauxê, û li bajarê Îtalya Torînoyê bi pêşengiya tevgera jinên Kurd, meş hatin kirin û mîlîtarîzm û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Li Frankfurtê di çarçoveya kampanyaya "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" meş û mîtîngek pêk hat. Meşê bi pêşengiya YJK û Jin ên Nû li ber gara trenê ya navendî (Hbf) dest pê kir.

Di çalakiyê de desteserkirina şaredariyên Wan, Mêrdîn û Amedê yên HDP'î hate şermezarkirin. Meş li meydana Romerê bi mîtîngekê bi dawî bû.

Li Mannheimê Elmanyayê jî bi pêşengtiya jinên Kurd desteserkirina şaredariyên Kurd hat protestokirin. Di çalakiya li Wasserturmê de peyama li dijî desteserkirina vînê li ber xwe bide, hate dayîn.

Jin jiyan azadî

Li paytexta Fransayê Parîsê, Kurd û tevgerên şoreşger, komunîst ên Tirkiyeyî li dijî dagirkerî, mîlîtarîzm û şer meşiyan. Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Parîsê tevlî meşê bûn. Meşê ji meydana Republiqueê dest pê kir û heta meydana Bastilleê dewam kir.

Tevî pankart û flamayên Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E), flamayên TJK-F, KSB û pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Parîsê hatin hildan. Di meşê de polîtîkayên dijminatiya li jinê û dagirkeriya bi qeyûman aşaredariyên Kurdistanê a dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP'ê hatin şermezarkirin.

Jinan pankartên li dijî dagirkerî, mîlîtarîzm û şer hildan. Li meydana Bastilleê piştî rêzgirtinê, xwendina belavoka Platforma Demokrasiyê ya Parîsê û peyamên siyasî, çalakî bi gotina dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

Di heman pêngê de li Bordeauxê, li meydana Grand Theatre, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd dagirkirina şaredariyên Kurd û dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin. Hevseroka CDK-Bordeauxê li vir diyar kir ku ew ê li her derê faşîzma AKP-MHP’ê tehşîr bikin. Bang li Ewrûpa kir da ku li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê serî netewîne.

Bi pêşengtiya Komeleya Jinan a Zîn li bajarê Rennesê ji Meydana Colombier heta Meydana Republiqueê meşek hate kirin. Di meşê de pankarta ‘Ji şer re na, ji Kurdistanê re aştî’ hate hilgirtin û dirûşmên ‘Jin, jiyan azadî’, ‘Dîktator Erdogan’ û ‘Ji bo Kurdistanê çareseriyeke polîtîk’ hatin gotin. Belavokên li ser darbeya li dijî şaredariyên Kurdistanê û êrişên dagirkeriyê jî hatin belavkirin.

Peyamek ji Torîno: Dorê li Mexmûrê negirin

Meclîsa Jinan a Amara jî di çarçoveya heman kampanyayê de li paytexta Swêdê Stockholmê çalakiyek kir. Di çalakiya li Meydana Odenplanê de daxuyaniya çapemeniyê ya Meclîsa Jinên Kurd a Amara hate xwendin. Di peyaman de hate gotin heta ku şaredariyên dewleta Tirk ew dagirkirî li gel bên vegerandin, jin wê li meydanan li ber xwe bidin.

Li bajarê Îtalyayê Torînoyê jî dagirkerî, bomberdûman û darbeya bi qeyûman a li dijî şaredariyên Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Çalakiyê li meydana Piazza Castello dest pê kir û Kurd tevî dostên xwe beşdarî wê bûn. Di çalakiyê de dewleta Îtalyayê ji ber firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê hate şermezarkirin, her wiha hate xwestin ku ambargoya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê tê ferzkirin jî bi dawî bibe.

 

NAVENDA NÛÇEYAN