Ayhan Tekirbaş ê 26 salî û ji Agirî dema ku tê ser rûyê dinê bi berastengiya çavan çêdibe. Lê ew bi kilamên xwe gerdûnê ronî dike.

Tekirbaş got, dengbêjî wek mîrateyê ji kalê wî derbasî bavê wî, ji bavê wî jî derbasî wî bûye û diyar kir ku, ew ê jî vê mîrateyê ji keça xwe re bihêle. Tekirbaş anî ziman ku, ji 15 saliya xwe ve ew bi dengbêjiyê re mijûl dibe û got: “Keçeke min heye, ez wê bi kilaman mezin dikim. Keça min jî dê vê mîrateyê ragihîne nifşên li pey xwe. Ev dîrok, çand, ziman e ji bo me. Pêwîst e em xwedî li zimanê xwe derkevin.” 

Çavê min deng e

Tekirbaş diyar kir ku, nedîtina wî li pêş dengbêjiyê nabe asteng û wiha axivî: “Dema ez çêbûm, berastengî hatime dinê. Dibe ku çavên min tune bin, lê dengê min heye. Ez bi dengê xwe ruhekî li kilaman peyda dikim û xwe digihînim mirovan. Bi dengê xwe jiyanê dibînim. Dema distrêm peroşiyek xwe li min radipêçe. Çimkî, di her kilamê de hîn bêtir çanda me û dîroka me fam dikim. Ji kilaman hînî dîrok û zimanê me bûm.” 

Carinan bextewar im

Tekirbaş got, ji ber ew êş û azarên li cîhanê nabîne bextewar e û wiha peyivî: “Her roj dibihîsim ku bi deham mirov dimirin. Neheqiya mirov li rastî wê tên dibihîsim. Dibihîsim xwîna mirovên hejar dirijê. Bihîstin jî min diqehirîne, lê nizanim heke min bidîtina min ê çawa îdare bikira. Carinan dibêjim, axirê ez nabînim. Ji ber zilmê, neheqiyê, şer nabînim bextewar im.”


AGIRÎ