Dema dibêjim “xisar” ne bi wateya êş û hisên nebaş in, belkî diyarnekirina mafan, nasname, cih û rutbeya jinê di civakê de ye. Jinên çeleng, dengxweş, zana û bi cesaret hebûn Li Erebistana Siûdî keç bi saxî bingor dikirin û ereban carna jina mirî jî parek ji mal û milkê xwe dihesibandin û bi awayê ku mîratê wan e, xwedîtî lêdikirin.

Di civakên xwedî bîr û ramanên mêrsalariyê de jin wekî kole û berde dihatin dîtin. Çi şêre keç û jinên çeleng, dengxweş, zana û bi cesaret hebûn ku tenê ji ber wêrekî û ketina pey mafên xwe yên meşrû ketin ber xezeb û çavsoriya mêr, bav, bira, pismam û fetwaya wan olperestên mejî hişk ku bi gotinên “heram e û nabe” xeta reş kişandin ser jiyan û qedera wan. Di dîroka hunera Kurdistanê de hinek kes hene ku tenê bi berhemekî nav derxistine û îro navdarên me ne. Aslîka Qadir bi strana xwe “Welatê me Kurdistan e” yek ji wan jinên çeleng e ku heta çîroka jiyana wê ji zimanê wê nebihîsin, em ê baş nezanin ka ew strana xweş, tije peyam û pir coş çawa hatiye gotin û tomarkirin.


Jinên Kurd ji cîranên xwe bêhtir tevlî jiyana kar bûne 

Ka der barê vê vê yekê de Aslîk bixwe çi dibêje: “Ew sala 1964-65’an bû. Ez xwendekara zankoya dewletê ya Yêrîvanê bûm. Mamoste Egîdê Cimo ku di radyoya para Kurdî de dixebitî û yek ji organîzatorên karê muzîkê bû, ji min ra got ku wan stranek hazir kiriye, ku tam bo dengê min e û serda jî got, xwe hazir bike, em ê filan rojê bikevin studîoyê. Teksta stranê da min ku ezber bikim û mêlodiya wê jî bi min da gûhdarkirin. Min nepirsî çi ye, xwedanê stran, gotin û muzîka wê kî ye! Ji ber ku min ew girîng nedît, genc bûm û dûr nedifikirîm. Û niha gava vê pirsê didine min, ez nikarim bersiveke tam rast bidime wan, ji ber ku gelek afirandkar li vê stranê “xwedî” derdikevin. Ez dibêjim ya rast ew e ku lêkolîn li ser bê kirin….” Hunermandên salên 60’î Di civaka nîvsekular ya Kurdistanê de jinên kurd ji jinên cîran (ereb, tirk, fars û azerî ) bêtir beşdarî kar û xebatên jiyanê bûne.

Civaknas, gerîdok û kurdologên biyanî bi awayekî şefaf behsa vê xala balkêş dikin. Di salên 60’an ên sedsala derbasbûyî de di nava kurdên êzidî û misliman yên komara Ermenistanê de hunermendên mîna Sûsîka Simo (1925-1977), Zadîna Şakir (1943-2008), Fatma Îsa (1934-2010), Aslîka Qadir û çend kesên din nifşê yekê ne ku bi wêrekî dengê xwe bi rêya radyoya Yêrîvan belav kirine. Bi vê re li wira jin ji çardîwarên ku berhemên nêrîna mêrsalariyê bûn, derket da ku beriya her karekî nefeseke nû bikêşe, piştre bifkire û li pey wê jî di rêya azadî, huner, maf û daxwazên gel de pêngavan hilîne. Babê Aslîkê nemir Qadir rê li ber nagire û ji wê dixwaze ku ji gotina mamostayê xwe Egîdê Cimo dernekeve û kîjan dema roj an jî şevê be pê re here studioyê û wê marşa netewî timar bike: “Girupek opêrator ji Moskovayê hatibun stranên ermeniyan û kurdan qeyd bikin. Piştî ermeniyan, em gereke biketana studioyê. Gorî texmînan saet dê bibiya nêzîkî du-duyê nîvê şevê.

Min got, mamoste Egîd, wekî usa dereng ez nayêm, ji ber ku bavê min wê nebêje tu bi şevê li ku bûyî? Çi ku hebe, Egîdê Cimo hat cem bavê min û ruxset ji wî xwast. Ji xwe wan baş hev nas dikirin. Bavê min tu tengasî dernexist, berovajî wê, ji min re got: “Qîza min tê herî û tuyê bistrê, eva karekî pîroz e û ne ji bo te ye, ev bo zarok û neviyên me ye, ev bo pêşerojê ye…” ‘Welatê me Kurdistan e’ Navê Kurdistanê li pey ji holêrakirina “Komara Kurdistana Sor” û lihevhatina Stalîn û Kemalîstan heta di nava stranên kurdî de jî qedexe bû.


"Welatê me Kurdistan e"

Wan salan li başûrê Kurdistanê şerekî germ li dijî Baasîyên cinayetkar û şovînîst hebû. Kurdên Ermenistanê jî xwestin dengê xwe bigihînin guhê kurdên wira û pê re jî bêdengiya li bakurê Kurdistanê jî bişkênin. Ez bawer im kesê/a ku gotinên strana “Welatê me Kurdistan e” nivîsandiye ji tirsa KGB û îstixbarata Ermenistanê nexwestiye di wê pêvajoya hesas û dîrokî de navê bê zanîn û nivîsandin. Ji ber wê jî heta roja îro jî kes nizane ka ew helbesta melodîk ya kê ye û çawa gihîştiye destê Egîdê Cimo û Aslîka Qadir. Aslîk di vê derbarê de wiha dibêje: Bêguman, hingî me li Ermenistanê jî nikarîbû navê “Kurdistan” ji devê xwe derxista, ji ber ku anegorî yasaya Sovyêtê, milêtên têda gişt bira ne û heqê kurdan tunebû li derveyî sinorê Sovyetê, Kurdistan ji xwe re wek welat bihesibandana. Em ê wek ajan û casusên dewletên Rojava bihatana dîtin û girtin, heta kuştin û sirgûnkirin. Wan kesên wiha wek ajan û mirovên emperalîstiyê bi nav dikirin. Belê, pêşiyê bi dizî, paşê eşkere me got:” Welatê me Kurdistan e”. Stranê tesîreke pir mezin û pozîtîf, wek şoreşekê di nava gel de çêkir. Wê pêngavê li ser bîr û bawariyên kurdan ne tenê li Yekîtiya Sovyetê, lê li her çar parçên Kurdistanê jî bandora xwe hebû. Belê, bi dengê keçeke kurd, me eşkere û bêminet îlan kir: “Welatê me Kurdistan e, cî meskenê me kurdan e…,

Kurd hemû bira ne” Karnameya jiyana xanima kurd Aslîka Qadir heta sinorekî baş û tijeye. Wê di destpêkê de bawer nedikir ku ew stran yê wek mîrateyekê li ser navê wê bimîne. Lê ew keyfxweş e dema dibêje: “Dibêjin, di şêr û şoreşan da qaweta strana siyasî wek qaweta atomê bi hêz e. Hema bi vê strana “Welatê me Kurdistan e” ra jî navê Aslîka Qadir bi carekê ra çi li Yekîtiya Sovyetê û çi jî li derveyî wê, anku li hemû Kurdistanê, deng veda, ji bo wê jî ez xwe bextewer dibînim”. Hêz û dilgermî dida kurdan Di wan salan de li bakurê Kurdistanê reş û mija mirinê hebû. Serhildan hatibûn dawiyê û dilgemarên şovenîst û korbîn dikirin ku siyaseta xwe ya asîmîlasyonê di piraktîkê de bigehînin astekî berjortir. Radioya Yêrîvanê li Serhedê heta Amed, Ûrmiye, Dihuk û Qamîşlo dihate bihîstin. Îcar bihîstina navê Kurdistanê ew jî bi rêya dengê keçeke ciwan û dengxweş. Hêvî, evîn, hêz û dilgermî dida kurdên tepeserkirî. Hingî bi teybetî jî stranên weke “Welatê me Kurdistan e” erd û asîmanê Tirkiyeyê lerizandin. Îtirazên wan û hewldanên wan yên dîplomatîk jî bêsûd bûn.


Piştî Sovyetan nijadperestî ket nav Ermenan de jî

Li pey du komkujiyên Dêrsim û Agirî bêdengiyeke mezin û tije tirs li wir çêbibû û weke şahidên zindî dibêjin kesekî/ê newêrbû bigota ez kurdim an jî bi zimanê xwe yê zikmakî biaxifta. Di wê rewş û halê bêçaretiyê da ji nişka ve straneke kurdî dikeve guhê wan. Ew qêrîn dikevine ser zimanê gel jî û bi bîra dijminên xwe jî tînin û ji wan re dibêjin: “Hey xwînmêjino, dagirkerno ha bibihîzin û bizanibin ku kurd hê nemirine, kurd hene û “Welatê me jî Kurdistan e”. Tirajêdiyek din a tije xwîn 70 sal ji temenê Aslîka Qadir derbas bûn. Wê xwendina xwe di para rojhilatnasiyê de bidawî anî. Salên dirêj li wezareta rewşenbîrî û perwerdeya Ermenistanê xebitî û xwe ji doza huner û zimanê xwe yê kurdî dûr nexist. Ev israra wê berdewam bû heta ku Sovyet ji hev helwişiya û li pey salên 1990’an êdî agirê “netewperestiya hişk û bêrehim” kete nava ermenan jî.

Ew pêvajo dihat ku qedera kurdên Qefqaziya ber bi rewşeke baştir ve bibe lê siyaseta rayedarên komara Ermenistanê û hevnegirtina kurdan, tirajediyek din a tije xwîn û sirgûnê li wira afirand. Aslîk bi hêsir û dilê tije xwîn û elem wiha behsa wan salên reş dike: “Demeke gelek nexweş bû, ji bo me. Ew sal bûn gava Sovyet hilweşiya û nijatperestên ermeniyan bi silogana “Ermenistan bo Ermeniyan” serî li himber miletên nav xwe hildan. Ji azeriyan û kurdên misliman destpêkirin, du re hatin dora kurdên êzidî. Çend ronakbîrên me kuştin ku di nava wan de Prof. Dr. Seîdê Îbo, Memoyê Xalid û hwd hebûn. Me dît ku hal girantir dibe, bi awayekî lez, bi rêvebiriya Prof. Dr. Şekroyê Xido “Şêwra ronakbîrên kurd” hat avakirin. Tê da Emerîkê Serdar, Çerkezê Reş, Têmurê Xelîl, Sivêtîka Bayloz, Zorab Îboyan, Îşxanê Eslan, Eskerê Boyîk, ez û gelekên mayîn, cî digirtin.

Biryar hat wergirtin ku ji bo safîkirina vê meseleya bi xeter dêlêgasiyonek here cem serokê Ermenistanê Lêvon Têr-Petrosyan (ji xwe her tişt bi destê wî dihat kirin). Bi însiyatîfa Têr -Pêtrosyan û bi hevkariya çend kurdên nezan, faktora êzdî baweriya wek miletekî ‘ji kurdan cuda’, afirî. Sêrîda me bawer nedikir û ne diket serê tu kesî ku absurdeke wiha bikeve jîyanê, lê kifş e ji ermenyan her tişt meriv dikare hêvî bike… Di netîceyê da dubendî kirin nava parçekî miletê me û ew kirin du perçe. Dî dîroka temamiya dunyayê da civak li pey întelêgensî û rewşenbîrên xwe ve diçe, lê li wira civak dijî zanayên xwe derket!. Her çibe jî, ermeniyan karê xwe bi nezanên me ve dimeşandin û paşê jî, bi me dikeniyan ku têgihiştina me ya netewatiyê wisa li ser dereceyeke nizm e.”


Ez ji hev cihê kirina Kurdan weke Êzîdî û Kurd qebûl nakim

Min wê çaxê li wezareta ronakbîriyê ya Ermenistanê de kar dikir û wek bispora ziman, min mecburî wê yekê dikirin ku ez heqê neşirkirina program û kitêbên zimanê êzdikî erê bikim. Em çûn cem berpirsekî mezin ê ermeniyan ku li wira aliyên êzdî jî hazir bibûn. Min li vir gotinek li dijî van kirinan kir. Ezîzê Emer (serokê civaka êzidiyan) û piştgîriyên wî, hêrişî min kirin û gotin: “Sebir ke, tu ji vir derkevî, em ê mêşokekî (torbe) têkine serê te û te birevînin”. Em gişt aciz bûn û min got ku hema niha pirotokolekê binivîsin, ber ku evana gefê li min dixwin û eger sibê tiştek bê serê min, hûn in neheq, lê min ew daxwaza wan neanî cih û ez li ser serê wan qêriyam:” Hûn nikarin kurdan bi rêya dîn bikene duparî. Em tev kurd in û ola me jî êzidîyatî ye.

Ez vê xiyanet û rûreşiyê ser xwe da napejirînim. Tiştek bi navê êzî tine û em tev kurd in û xelas…” Aslîk gazincekê jî ji kurên Kurdistanê dike Vê, bi xwe re reva çîna rewşenbîr û kurdperwer anî. Kes li Ermenistanê nema û şerê azerî û ermeniyan jî malwêranîyên mezintir bi xwe re anîn. Aslîk gazinceke wiha jî ji kurên Kurdistanê dike: “Ew siyaseta şovenîstî bû sedem ku temamiya intelegênsiya me ermenistan terk kirin. Gava Hirant Dînk hat kuştin, kurdên me derketin kolanan û bi silogana “Em hemû Hirant in” nerazîbûna xwe li hember hikûmeta Tirkiyeyê nîşan dan lê çima em nakin qîrîn û gazî “Em gişt Seîdîdê Îbo ne”. Neheqiyeke mezin li me hatiye kirin lê em bêdeng in û kes bi hawara me ve nehat” Aslîka Qadir di 1’ê adara 1945’an de li Ermenistanê hat dinê, ji Serheda bakurê Kurdistanê ye. Niha li Almaniya dijî û xwediya dehan berhemên hunerî ye. Niha li pey temenê 70’ê salan mijûlî nivîsandina bîranînên xwe ye. Xanimeke rewşenbîr û li ser nasnameya hunera kurdî jî xwedî nêrînên xwe yên taybetî ye. Jê re daxwaza temenekî dirêj, di jiyanê de bextewerî û serfiraziyê dikim.


KAKŞAR OREMAR