Ji ber ku hejmara welatiyên Efrînê li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê zêde bû, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi hevkariya rêveberiya Şehbayê re, 7′ê Nîsanê kampa Serdemê li navçeya Ehrezê vekir. Li kampê 250 kon hatin vedan û hezar û 300 kes lê bi cih bûne. Şaredariya Gel hewl dide kampê fireh bike. Gel li kampê bi rêya komînan xwe birêxistin dike û bi ruhekî hevbeş tevdigere. Bi hatina havînê wê pêdivî jî zêde bin Rêveberiya kampê bi derfetên heyî xizmeta gel dike. Li gel pêdiviyên zerûrî yên wekî av û nan, ceyran û televizyonê jî ji gel re peyde dike. Heyva Sor a Kurd jî nuqteyeke xwe li kampê ava kir û xizmeta tenduristiyê pêşkêşî gel dike. Endama Rêveberiya kampê Hêvîn Reşîd diyar kir ku gelek rêxistinên mirovî soza alîkariyê didin lê pêk nayînin û diyar kir ku bi nêzîkbûna havînê re, pêwîstî bi gelek madeyên jiyanî heye. ANHA/ŞEHBA