Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 19`ê  Sibata 2016`an herêma Şedadê ji çeteyên DAIŞ`ê  rizgar kir. Ji bo ku jiyan vegere herêmê û pêdiviyên wê bi cih werin, Desteyên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê dest bi xebatan kir.

piştî ku bi rûsipiyên herêmê re zêdetirî mehekê civîn hatin lidarxistin, Şaredariya Gel a bajarê Hesekê 22`yê Tîrmeha 2016`an Şaredariya Herêma Şedadê ava kir. Şaredarî ji hevserokan û 7 Endaman, pêk tê.


Pêşî komîte hatin avakirin

Piştî ku Şaredariya Gel a Herêma Şedadê hat avakirin, endamên Şaredariyê jî komîteyên “darayî, xizmetguzarî, av û dîwanê” ava kirin. Şaredariyê di 1`ê Tebaxa 2016`an de dest bi xebatên xwe kir.

Wekî gava destpêkê ya kar jî Şaredariya Gel a Herêma Şedadê dest bi paqijkirina herêmê ji bermahiyên  çeteyên DAIŞ`ê kir. Şaredariyê kolan û kenarên riyan paqij kirin û riyên herêmê vekirin. Her wiha, deriyên dikanan ên ku çeteyên DAIŞ`ê nivîsên xwe li ser wan nivîsandibûn, boyax kirin.


Karê siberojê

Ji girîngtirîn pilanên ku Şaredarî di demên pêş de wê pêk bîne, bi hevkariya ekîbên pispor ên girêdayî QSD`ê re rakirina xirbeyên malên wêranbûyî ye, her wiha dê li herêmê parkan ji nû ve ava bikin û daran li kenarên riyên giştî yên herêmê biçînin.

di çarçoveya xebatên dema pêş de, şaredarî wê xwaringeh û dikanên ku xwediyên wan bi çeteyên DAIŞ`ê re bûn û ew ji herêmê reviyane veke, da ku ciwanên herêmê di wan de bixebitin.

Derbarê mijarê de Hevserokê Şaredariya Gel a herêma Şeddadê Rafet Derwîş diyar kir ku pêdiviya herêmê bi xizmetguzariyê heye û got, “Bi   derfetên kêm me hewl da xizmeta welatiyên herêmê bikin, jiyanê jinûve vegerînin herêmê  û herêmê ji bermahiyên çeteyan paqij bikin.”

Derwîş destnîşan kir ku ji bo xebatên şaredariyê bi awayekî baştir bêne birêxistinkirin, ew ê navendeke şaredariyê vekin û wiha dewam kir: “Me daxwaz û pêwîstiyên xwe ji Desteya Şaredariyên Kantona Cizîrê re pêşkêş kir. Em niha bi derfetên xwe yên heyî kar dikin. Lê Şaredariya Gel a Hesekê û Desteya Şaredariyan soz da me ku ew ê bi me re bibin alîkar.” 


ANHA / HESEKÊ