Derket holê ku derzîya binavê Avastin li Tirkiye yê bi awayek qeçax ji bo Herêma Kurdistanê hatiye şandin û bi awayek derzagonî hatiye kirîn. Li Nexweşxaneyek Hikûmî ya Herêmê de hatiye bikaranîn. Li gorî agahiya dawî yên ketine destê DÎHA'yê ji wan kesên ku hikumeta Herêmê wan şandbû Tirkiyeyê û îlac dîtine, çava kesekî bi temamî korbûye û 7 kesên din jî tû karvedanên erênî ji bo bikaranîna îlacan nebûye.
Çend roj beriya niha Polîsa Hikumeta Herêmê di dîmenek video de diyar kir ku wan hemwelatiyek Tirk bi sûca qeçax anîna derziyê Tirkiye ji bo Herêma Kurdistanê girtine. Lê piştre êdî Hikumeta Herêmê qala Tirkiye nekir û bêdeng bû.
Lê konsûlgeriya Tirkiye ya Hewlêrê daxwîniyek nivîiskî bilav kir û tenê pesna nexweşxaneya West Eye Hospital (Nexweşxaneya Çavan ya Rojava)a Tirkî dabû ku li herêmê nexweş tedawî kiriye. Herwiha konsûlgeriya Tirkiye îdiha kiribû ku ew wekwe Tirkiye amadene tev nexweşan li Tirkiye yê bê muqabîl îlac bikin.

Têkeldarî mijarê de Dr. Salar Çîço, ji DÎHA'yê re derbirî ku bikar anîna derziyê an jî her kêmasiyek din, bûye sedema bandorê xirab li nexweşan. Dixtorek din ku nexwest navê wî bê aşkera kirin, diyarkir: "Herçend en nexweş îlac jî werbigrin, wê paşerojê wan nexweşan nebaş be."


DÎHA/HEWLÊR