Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî dagirkeriya leşkerên Tirk ya li ser axa başûr didomin. Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê gotin, yên leşkerên Tirk anîne ser axa Başûr, xiyanet li gel kirine û diyar kirin ku divê kes li hemberê ve bêdeng nemîne.
Rewşenbîr Mahmût Bestûnî bi bîr xist ku ji dema Osmaniyan û vir ve siyaseta Tirkiyeyê her tim li dijî Kurdan dewam kiriye û got, siyaseta AKP'ê jî dewama siyaseta Osmaniya ne.
Mahmût Bestûnî got, "Leşkerên Tirk bi destê PDK ketine nava axa Kurdistanê û ketina wan ji bo bixestxistina Mûsil-Kerkûkê ye û tasfiyekirina PKK’ê ye. Bestûnî wiha pê de çû: “Yên ku leşkerên Tirk anîne xaka me bila zanibin, ew xiyanetê li vî gelî dikin. Yê ku her roj li Bakur bajarên Kurdan bombe dike, wê bi çi rengî îro bê li vê derê alîkariyê bide me. Girîng e Kurd hemû îro li hemberî vê yekê dakevin qadan, nerazîbûna xwe nîşan bidin û vê dagirkeriyê pûç bikin."
‘Pêşmerge dikare biçe Tirkiye?’
Rewşenbîr Sîrwan Mehmûd Newroz jî diyar kir ku bila leşkerê Tirk ji axa Kurdistanê derkeve û got: “Ma qey pêşmerge îro dikarin biçin Tirkiyeyê û li wir baregehê ava bikin? Çûyîna pêşmergeya li aliyekî, Kurd nikarin li Tirkiyeyê bi Kurdî biaxivin. Wê demê, ji nava xaka me derkevin û biçin."
Newroz bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberê dagirkeriya leşkerên Tirk nerazîbûnên xwe nîşan bidin.
‘Karê wan li herêma Soran çiye?’
Dr. Rabia Abbas jî ragihand ku dewleta Tirk dixwaze bi destê Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ve PKK'ê tesfiye bike, Rojava bi temamî dorpêç bike û got, "Eger ji bo rizgarkirina Mûsilê hatibin, wê çaxê çi karê leşkerên Tirk li herêma Soran heye? Xala duyemîn jî ew e; Hikûmeta Iraqê ev venexwendine. Mixabin ê ku alîkariyê dide vê dagirkeriyê, partiyeke Kurd e."
‘Ji bo zordariya xwe leşker anî’
Dr. Rabia Abbas destnîşan kir ku eger PKK nebûya komkujiya li Şengalê qewimî wê li Hewlêrê jî biqewimiya û got, "PDK zextê dike ji bo PKK ji Şengalê derkeve. Lê belê dewleta Tirk tîne Başûrê Kurdistanê. Eger gerîlayên PKK'ê nebûna, wê komkujiyek ji Şengalê girantir bi serê Hewlêrê de bihata. Madem Mesûd Barzanî xwe weke serokê Kurdan dibîne, çima li pêşberî komkujiya gelê li Bakur bêdeng e?"
Dr. Abbas herî dawî destnîşan kir ku Mesûd Barzanî ji bo zordariya serokatiya xwe li ser gel ferz bike, dixwaze leşkerên Tirk bi kar bîne.
ANF/GERMIYAN
Gelê Xurmatû bang kir
Kurdistaniyên li navçeya Xurmatû ya Başûrê Kurdistanê dijîn, derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li Bakûrê Kurdistanê de axivîn û diyar kirin ku ew li cem berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ne.
Kurdistaniyan ji ajansa ANF’ê re axivîn û gotin "Yê hurmeta xwe ji nirxên neteweyî re hebe û ji xwe re dibêje ez Kurd im, girîng e li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dewleta Tirk bikeve nava tevgerê û cihê xwe di nava çeperên berxwedanê de bigire."
Tecrîda li ser Ocalan şermezar kir
Mihyedîn Reşîd da zanîn ku gelê Kurd ji bo mafên xwe li ber xwe dide û banga destekkirina gelê Bakurê Kurdistanê kir. Reşîd got, "Weke welatiyekî ji Xurmatû, ez êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd dike, şermezar dikim. Gelê me yê li dijî van êrîşan ji bo mafên xwe li ber xwe dide, silav dikim.”
Reşîd di axaftinên xwe de bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tevî van êrîşan, em tecrîda şidandî ya li ser birêz Abdullah Ocalan nalet dikin.”
‘Dixwazin bi Ocalan re azad bijîn’
Welatiyê ji Xurmatû Serbest Mihemed Welîd jî da zanîn ku gelê Kurd bi biryar e tevî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî azad bijî û destnîşan kir ku ti êrîş wê nikaribe gelê Kurd ji daxwaza azadiyê vegerîne. Welîd got, “Gelê Kurd êdî dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe û di vê de israr dike. Dewletên dagirker yan vê yekê qebûl bikin û bi awayekî siyasî pirsgirêkê çareser bikin, yan jî wê heta dawiyê berxwedan were nîşandan.”
Şaxewan Hecî Haşim da xuyakirin ku kî ji xwe re dibêje 'ez Kurd im' divê cihê xwe di nava çeperên berxwedanê de bigire û got, “Divê gelê me mîna li Bakur û Rojava bi awayekî topyekûn li Başûrê Kurdistanê jî li ber xwe bide. Kesekî ku hurmeta xwe ji nirxên neteweyî hebe û ji xwe re dibêje ez Kurd im, divê li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dewleta Tirk, cihê xwe di nava çeperên berxwedanê de bigire."
‘Gelê Kurd nêzî azadiyê ye’
Şanoger Mihemed Basrî jî diyar kir ku hatina leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê, parçeyek ji êrîşên li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd tê meşandin e û got gelê Kurd gelekî nêzî azadiyê ye, wê ti kes nikaribe vê asteng bike. Basrî bal kişand ser têkiliyên dewleta Tirk û PDK’ê û got: “Têkiliya dewleta Tirk bi PDK’ê re, li ser bingeha nenaskirina gelê Rojava û Bakurê Kurdistanê ye. Dixwazin destketiyên Kurdan bi tenê bi Başûr ve bi sînor bikin. Bang li hemû partiyên Kurdistanî dikim; divê li hemberî van êrîşan bibin yek."
ANF/XURMATÛ