Dîmen û Şêne ew paldanka bi ûsûlê dîwanî ya di odeyê de, ji malbata xwe wergirtine. Yanî ew xwedî çîrokekê ye jî. Paldank a bapîrê Dîmen e. Bapîrê wê, ew di çayxaneya xwe de bi kar anîbû.

FIRIŞTE MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Li bajarê Silêmaniyê, dayîk û keça wê, mala xwe kirin navenda folklor û stranên Kurdewarî. Vê yekê jî li mala wan taybetmendiyek ûbedeweiyeke cuda peyde kiriye.

Li taxa Bekerecûy a Silêmaniyê, malek heye ku ji hemû malan cûdatir e. Ew mal jî bi destê dayikekê û keça wê hatiye xemilandin. Odeyên malê bi kel û pelên çanda Kurdewarî hatine xemilandin. Em jî çûn serdana vê mala pêjn û bêhna çand û reûresma Kurdî jê tê.

Odeya hezar berheman

Dîmen Seîd li gel Şêne, diçe odeya çandî ku di heman demê de weke odeya muzexanê jî hatiye amadekirin. Ha li vê odeyê zêdetirî hezar berhemên ji çanda Kurdewarî hene.

Beşek ji van kel û pelan ji dayîk û bavên Dîmen Seîd mane. Wê ew weke diyariyeke ji çanda Kurdewariyê parastine. Dîmen ev ode weke odeya çanda Kurdewarî hilbijartiye û û bi wî rengî jî bi nav kiriye. Beşek ji van kel û pelan jî ji pêşangehên çandî kirrîne. Her wiha beşek ji van kel û pelan gelek kevnare ne, û bi destê jinan hatine hûnandin û neqişandin.

Ç

Di vê odeyê de ne tenê berhem hatine parastin, ev ode her wiha bi awayekî hatiye raxistin ku mirov ji temaşekirina xemla wê têr nabe. Odeya taybet ya kel û pelên Kurdewarî, ji doşeg, balîgel, perde, çeper, esîr, palgeh, lampe, semawer, radyo, kulav, vazo û bi sedan berhemên çandî yîn bi neqş û nîşanên Kurdî, bi temamî weke muzeyeke mirovan ji xwe dûr nake hatiye çêkirin. Yanî di navbera xelkê û berheman de ti bariyer nînin.

Ji kevin û ji malê

Dîmen û Şêne ew paldanka bi ûsûlê dîwanî ya di odeyê de, ji malbata xwe wergirtine. Yanî ew xwedî çîrokekê ye jî. Paldank a bapîrê Dîmen e. Bapîrê wê, ew di çayxaneya xwe de bi kar anîbû. Ha ji wê dîroka şexsî hatiye û li vê odeyê bi cih bûye, ev paldanka hanê. Lê wan ya xwe jî lê zêde kiriye bi awayekî herî ciwan ew xemilandiye. Dîmenê kefiye, bermal, şonik, neynika dayîk û saeta birayê xwe li odeya xwe hilawêstiye.

Dengê kel û pelan stran in

Dema Dîmen diçe nava odeya çandî bi demdirêj li wir dimîne û ji van kel û pelan gelek bi hestyar dibe. Jixwe sedemek ji hestiyariya wê jî ew e ku wê pirraniya wan berhev kiriye, ew anîne cem hev, pê ne tenê mala xwe, dilê xwe jî xemilandiye.

Ne tenê odeyên kel û pelên çandî hene, wê amûrên stranbêjiyê jî ber hev kirine; stranên wê li deşta Germiyan û Bokanê belav dibin. Dîmen Seîd herî zêde stranên Elî Merdan û Hesen Zîrek di mala xwe ya çandî de dibêje.

Şênê bi cil û bergên xwe li odeyê tê

Keça wê, Şêne Mehdawî jî xwendekarê qonaxa sêyem a beşa stranbêjiyê ye li Koleja Hûnerî ya zanîngeha Silêmaniyê. Şêne hîna di zaroktiyê de fêrî lêdana amûra Flûtê dibe. Her çî ew e, di nava vê odeyê de herî zêde ew hez dike li Flûtê bide. Bi her halî, gava ku ew li odeyên çanda Kurdî li flûtê dixe, bi cil û bergên xwe jî xwe li xemla derdora xwe tîne, yanî cil û bergên Kurdî li xwe dike. Melodiyên flûta wê jî yên stranên gelêrî yên Kurdan in. Ew bi dilnizmî ji pêşwaziya mêhvanan dike, tevî dayika xwe.

Bi pirranî berhemên hunerên jinan in

Şêne dibêje, “Hûner û stran reng didin jiyanê û mirov ji pirsgirêk û nexweşiyên jiyanê dûr dixin.”

Şêne û dayika xwe ev bi qasî 10 salan e ku karê komkirina berhemên folklora Kurdî dikin. Pirraniya berhemên ku berhev dikin jî yên ked û karê destên jinan in. Van berheman tînin cem xwe û wan bi awayekî çandî û hunerî dixemilînin. Dîmen û Şêne evîndarê kel û pelên kevnar yên çanda Kurdewarî ne.