Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd ku 9’ê Çile li Parîsê hatin qetilkiirn, daxuyaniyek da.
KCDK-E yê di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û serokê wê Erdogan ên li dijî tevgera Azadiyê bibîrxist û got,’’Li çar aliyên cîhanê ji bo hevrêyên me werin kuştin komên kontra hatine çêkirin, destpêkê berê xwe dan Herêmên Parastinê yên Medyayê û Ewrûpayê jî 9’ê Çileya 2013’an hevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi hovane hatine qetilkirin. Yê ku komkujiya Parîsê teşwîq kirî, rê dayî ber kujeran û kujerê tetîkêş rêxistinî kirî Erdogan e.’
Di 12´Çileyê de jî wê meşa, hesabpirsîna ji kujeran were li daxistin. Meşa li Parîsê her wiha wê peywira li bara Leyla Guven a ku ev 61 roj in di greva birçîbûnê de ye jî were bicihanîn.”
Ji bo edaletê seferberî
KCDK-E’yê banga tevlêbûna meşa navendî ya li Parîsê kir û got, ‘’Em bang li gelê me yê Ewropa, dostên xwe, saziyên mafê mirovan ên navnetewî dikin ku 12’ê Çile tevlî meş û mîtînga navendî bibin ya bi daxwaza bicihanîna edaletê û darizandina sûcdaran . Bêyî ku em jin, mêr, Extiyar, ciwanan ji hev veqetînin çi kesê ku dibêje, ‘’Ez Kurd im, demokrat im, rewşenbîr im, li dijî faşîzmê me’’ em bang li wan dikin ku li Parîsê bin.’’
BRUKSEL