Perwerdeyên şano û folklorê yên zarokan jî ji alî jinan tê kirin. Peyman Xelef a di xebatên xweser a çand û huner de cîh digre, der barê xebatên xwe de agahî dan. 


'Jin çandê diparêze'

Peyman anî ziman ku 13 salan ew di xebatên çand û huner de cîh digre û wiha axivî: '' Me di şoreşa Rojava de pir girîngî da xebatên çand û hunerê û ez ji karê xwe pir hez dikim. Dijmin pêşî li ser jinê êrîş pêk anî û em vê ji çandê dûrtir nikarin bigrin dest. Jin berdewamiya çanda civakê pêk tîne. Ji ber vê jî me xwest bi tevlîbûna jinên ciwan em xebatên xweser ên çand û huner dest pê bikin. ''Peyman bal kişand tevlîbûna jinan û da zanîn ku ji her netewî jin tevlî xebatên wan dibin û wiha axivî: '' Pergala deshilatdar heta niha tenê çanda xwe derdixist pêş û me ji çanda me dûr dixist. Lê niha di bin sîwana xweseriya demokratîk de ji her gelî mirov tevlî me dibin û em xebatên xwe bi hev re dimeşînin.'' 


'Zanîna dîrokê girîng e'

Peyman diyar kir ku perwerdeyên wan tenê li ser xebatên çandê nîne û di heman demê de armanca wan a veguherandina kesayeta mirvan jî girîng dibînin û wiha pê de çû: ''Ji bo naskirina çandê divê pêşiyê dîrok baş were fêmkirin.Her wiha kesên ku dibêjin Kurd û Ereb nikarin bi hev re bixebitin divê li dîroka çand û hunera Kurd û Ereban binêrin. '' Peyman da nîşandayîn ku bi hemû gelên Rojava re xebatên hevpar hatiye kirin û hê jî ev xebat didomin. Ev hemû jî bi sekna jinê pêk hat. Jin bûn mînaka jiyanek hevpar. '' 


'Jin li her qadê xwedî maf in'

Peyman der barê xebatên çand û hunera xweser de got, jiyan wê ji her alî de bi dest û berxwedana jinê were avakirin. Ji ber vê jî me pêşî xwest em kesayeta jinê bi jinên ciwan bidin nasandin. Lewre kedkara jiyana hevpar dê jin be. Ev di qada leşkerî de hatiye îsbatkirin. '' 


'Jin mînaka jiyana hevpar e'

Peyman da xuyakirin ku her hefte û her meh bi pergaleke bi rêkûpêk civînên xwe li dar dixin û bi pêşnîyazên endamên xwe bernameyên xwe ava dikin. Peyman di axaftina xwe de bang li ciwanên Ereb û Sûryanî jî kir û xwest ku ew jî zêdetir tevlî xebatan bibin û wiha axaftina xwe dewam kir: '' Em dixwazin ku perwerdeyên xweser li Kantona Cizir belav bikin da ku meydaneke me ya bê perwerde nemîne.'' Peyman di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hemû stranên xwe diyarî dayikên şehîdan dikin.


ZERÎN KURTAY -ROKSAN EFRÎN/JINHA/QAMIŞLO