Seyît Evran ji bo rewşa dawî ya siyaseta Başûrê Kurdistanê û dagirkeriya Tirkiyeyê dibêje, Tirkiye êdî qîma xwe bi taşeroniya PDK´ê ji bo dagirkeriyê naîne û bi xwe jî dikeve dewrê, hem li Kerkûkê û hem jî li deverên mayî yên Başûr.
Rojnamevan Seyît Evran bi analîzeke di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de weşandî, balê dikişîne ser hewldanên bipêşxistina dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê. Li gorî wî Tirkiye wê "hevkariya stratejîk" a bi Tirkiyeyê re bigihîne qonaxeke nû.
Evran beriya bê sermijara Tirkiyeyê rewşa siyasî ya Iraqê hinekî rave dike: "Li Iraqê 12'ê Gulanê hilbijartin hate kirin û Serokkomar 2'ê Cotmehê hate hilbijartin, erka avakirina hikûmeta nû da Adil Abdulmehdî. Abdulmehdî 25'ê Cotmehê desteya xwe ya wezîran eşkere kir û daxwaza dengê pê baweriyê kir. Meclîsê 14 wezîr qebûl kirin, lê 8 wezîr jî veto kirin. Di nava krîza diyarkirina 8 wezîrên mayî de bi taybetî Wezaretên Karên Hundir û Edaletê derdikevin pêş.
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî 22'ê Mijdarê çû serdana Iraqê û hate îdîakirin ku Barzanî bi Hadî Amîrî û Nûrî Malîkî re li ser Wezareta Karên Hundir li hev kiriye. Li gorî vê yekê, Barzanî Malîkî û Amîrî zext li Abdulmehdî kir û di berdêla ku Wezareta Edaletê radestî YNK'ê neyê kirin, wan li hev kir. Wezareta Edaletê nedan YNK'ê. YNK'ê jî da xuyakirin ku heger ev nebe, ew ê parlamenterên xwe ji hikûmeta Iraqê vekişînin."
Fermîkirina lihevkirina bi Tirkiyeyê re
Evran vê rewşê weke krîz bi nav dike û wiha dewam dike: "YNK'ê heyetek şand Bexdayê ji bo krîz çareser bibe û hin hevdîtin kirin. Lê encama hevdîtinan nehate eşkerekirin. PDK jî ji bo lihevkirineke mumkin a bi YNK'ê re xera bike, destpêka hefteyê heyetekê dişîne Bexdayê."
Li gorî Evran Barzanî ji bo ku Wezareta Edaletê nedin YNK´ê çûye Bexdayê û xwestiye nîşan bide ku hilbijartina Berhem Salih ji bo serokkomariyê, dewra Barzanî li Kurdistanê kêmtir nekiriye. Û helbet, Barzanî xwestiye, "Di mijara Kerkûkê de, lihevkirina navbera Tirkiye û PDK'ê (hin hêzên di nav de) de bi hevdîtina bi Erşad Salihî re li Bexdayê fermî bike."
YNK li nav hev xist
Li gorî Evran dewra PDK'ê di biryara girtina ofîsên Tevgera Azadî li Kerêma Kesk (YNK) de jî heye. Li ser mijarê PDK´ê biriyar bi Qubad Talabanî daye girtin: "Lê belê ev biryar jî bi Alîkarê Serokwezîr ê YNK'î Qûbat Talabanî da kirin. Bi vî rengî hewl da vê yekê bike:
- YNK'ê û Tevgera Azadiyê ya Kurd li ber hev rake
- YNK'ê jî bikişîne nava hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re
- Li gel fermiyeta li Iraqê jî, biryara girtinê bi YNK'ê da bicihanîn û bi vî rengî xwest di navbera Bexda û YNK'ê de pirsgirêkê çêke
- Hem xwest Qûbat Talabanî li pêşberî Bexdayê tengav bike, hem jî nîqaşa li nava YNK'ê sor bike"
Li gorî Seyît Evran, gava YNK di nav xwe de bi xwe re mijûl jî bû, dikarî hikûmet û rêveberiya Başûrê Kurdistanê di nava xwe de parve bike.
Tirkiye dixwaze bi xwe dest werde
Seyît evran dibêjem, dewleta Tirk ji ber hewldanên PDK'ê kêfxweş e, lê qîma xwe bi vê naîne: "Bi xwe jî dikeve dewrê. Ji bo PDK û YNK'ê li dijî PKK'ê bide şerkirin, ji bo têkiliyên YNK û Bexdayê ji hev qut bike, bi rengekî çalak tevdigere. YNK ya ku hesabekî şaş ji bo demeke kin kir, weke ku bi vê planê hesiyaye, lê belê ne diyar e bê ji bo xerakirina vê planê wê gavekê biavêje yan na.
Plana Tirkiyeyê qirêj e, hewldana xwe jî zêde ye. Lê belê ya ku encamê diyar bike, Kurd in, bi taybetî feraseta siyasî ya PDK û YNK'ê ye ku bandora mêtingeriyê red bikin."
Piştî van ravekirinan, destpêka gotara wî jî manedar dibe: "Tirkiye ya bi serkêşiya AKP-MHP'ê, dixwaze plana xwe ya ji bo dagirkirina Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi hevkariya stratejîk a bi PDK'ê re bigihîne qonaxeke nû."
ANF / SILÊMANIYE