Miha ku çend roj berê za, berxika kor û çenga wê xwar ani dinê. Xwediyê mihê Nizamettin û Zeynep Karaboga diyar kirin ku 3 meh berê miha wan berxek ecêb jêre bû. Karaboga diyar kir ku piştî zayinek zor û zahmet berxek pir ecêb çêbû û wiha got: "Piştî berx çêbû me dît ku kor e û çenga wê çeporast e. Ji ber çenga wê xwar e nikare xwe xwedî bike. Divê em bibin alîkariya xwarina wê. Zeynep Karaboga anî ziman ku ew her tim wê bi bîberonê xwedî dikin û wiha got: "Ji ber şekl û şemalê berxê ji aliyê her kesî ve balê dikişîne û pir tê hezkirin. Me navê Nemir li berxê kir. Dema ez û zarokên xwe bang dikin û dibêjin Nemir bi rev tê cem me. Nêzî 3 mehin em Nemir bi şîr xwedî dikin. 10 zaroken min hebûn min Nemir jî kir zaroka xwe ya 11 an. Ez Nemir her ji 3 rojan bi şampuanê dişom."
DÎHA/WAN