Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li Şemzînanê li mîtîngê axivî û got, “Gelê Şemzînanê pirr berdêl dan, gelê Şemzînanê her tim hate înkarkirin. Lê her demê li têkoşîna xwe xwedî derket. Li ber kesî serî netewand.”

Bûldan bi bîr xist ku par bi SÎHA’yê gelê Şemzînanê hatiye bombekirin û diyar kir, wan ev ji bîr nekiriye û 24’ê Hezîranê wê bersivê bidin.

Bûldan got, “Li Şemzînanê êşkence li şivanên me kirin, xwestin ku serî li gelê Şemzînanê bitewînin lê gelê Şemzînanê serî netewand.”

Bûldan tevlêbûna Tansû Çîller a li mîtînga AKP’ê jî bi bîr xist û got, “Salên 90’î bi Çîller û Agar re mil bi mil dimeşiyan. Niha jî heman sehne. Lê em ê nehêlin welêt bibin salên 90’î. Bi destûra Xwedê, 24’ê Hezîranê em ê bi ser bikevin.”

Şemzînan wê li Leyla Guven xwedî derkeve

Bûldan silavên parlamenterên rehîn Abdullah Zeydan û Selma Irmak li gel kirin, her wiha bi bîr xist ku namzeta parlamenteriyê ya girtî Leyla Guven e û got, “Leyla Guven a ezîz li girtîgehê ye. Lê ez bawer dikim ku gelê Şemzînanê wê li Leyla Guven xwedî derkeve. Colemêrg wê bike 3-0, em ê vîna Colemêrgê nîşanî dost û dijminan bidin. Colemêrg 24’ê Hezîranê wê serketineke mezin bi dest ve bîne. Em vê demê ji Şemzînanê rekoreke zêde hêvî dikin.”

24’ê Hezîranê şikestina AKP´ê ye

Bûldan her wiha bang li her kesî kir ku li sindoqan xwedî derkeve û xwest ku kesek sendoqan bernede. Bûldan got, “Ji ber ku ev hemû ji HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş ditirsin. Em ji wan re bûne şevreşk, her şev di xewna xwe de Selahattîn Demîrtaş dibinin. Ev xewna wan wê pêk were û Demîrtaş wê li pêşberî wan be. Wê hewl bidin ku em bendê derbas nekin, lê em ji wêrekiya gelê xwe bawer dikin, û em dizanin ku hûn ê destûrê nedin ku dengekî jî bidizin. 24’ê Hezîranê, li vê meydanê em ê bi hev re bi lîlandinê govenda azadiyê bigerînin.”

 

  COLEMÊRG