Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku di navbera 5-8’ê Tîrmehê de gelek çalakî ji aliyê hêzên wan ve li dijî dagirkeran hatine lidarxistin. Navendê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku li navçeyên Raco, Cindirês, Etma, Bilbilê, Şera û Mabatayê li artêşa Tirk û çeteyên wê hatiye xistin û di van çalakiyan de herî kêm 11 dagirker hatine kuştin.
3 çete li ser rêya Raco
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li ser rêya di navbera Raco û Efrînê de 3 çete hatine û kuştin. YPG’ê di daxuyaniyê de got:“5’ê Tîrmehê li bejahiya navbera Cindirês û Etmayê, sekvanên me li dijî leşker û çeteyên li ber baregeha leşkerî bûn çalakiyek kirin. Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin. 6’ê Tîrmehê, hêzên me li ser rêya Efrîn-Racoyê li dijî koma çete ya Firqet Hemze çalakiyeke bi bandor pêk anîn. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.”
Li serçete El-Suleyman xistin
YPG’ê got ku hêzên wan ên eskerî pêşî li wesayîteke qaşo taybet girtiye û wiha pê de çû:“Hêzên me roja 7’ê Tîrmehê li bejahiya navçeya Bilbilê ya Efrînê wesayiteke ku serçeteyê ku qaşo fermandarê “Hêzên Taybet” ên komên çete jî tê de bû, sekinandin. Di çalakiyê de serçete Mûhammed el-Suleyman hate kuştin û çek û hin ewraqên rêxistinî hatin desteserkirin.“
Êvara heman rojê çalakî
Di daxuyaniyê de YPG’ê eşkere kir ku ji çeteyên koma Asefat dudo kuştine û got:“Hêzên me heman rojê li dijî bendeke kontrolê ya koma çete ya bi navê Asefat el-Şîmal a li ser girê Qestelê yê navçeya Şerayê çalakiyeke sabotajê kir. Di encama çalakiyê de du çeteyên bi navê Omer Kînove û Îbrahîm Kînoî hatin kuştin. Êvara heman rojê li ser rêya Raco-Efrînê hêzên me li konvoyeke leşkerî xistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên di wesayitê de hatin kuştin.“
Leşkerekî Tirk û çeteyekî ji Ehrar Şerqiye
YPG diyar kir ku wan leşkerekî Tirk jî kuştiye û YPG’ê got: “8’ê Tîrmehê, yekîneyên me li dijî konvoyeke leşkerî ya li bejahiya Mabatayê dest bi operasyonê kir, çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de leşkerekî Tirk ê dagirker û çeteyekî ji koma çete ya bi navê Ehrar Şerqiye hatin kuştin.”
Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir, ji 20’ê Çileyê dema destpêkirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê û vir ve 2515 leşker û çete ji artêşa Tirk û komên wê hatine kuştin.