Akademiya Şehîd Cûma El-Nezal dewreya perwerdeyê ya QSD`ê ya bi navê Şehîd Elî Reqa bi tevlîbûna 102 şervanan bi merasîmekê dest pê kir.

Merasîma vekirina dewreyê li bajarokê El-Cerniyê yê bakurê gundewarên Tebqayê bi rê ve çû. Fermandarên QSD`ê, hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Elî Xalid, fermandariya Hêzên Ewlehiya Hundir û endamên Meclisa Sivîl a bajarokê El-Cerniyê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê hate destpêkirin, her wiha rêûresmeke eskerî ji aliyê şervanan ve hate lidarxistin.

Parastina herêmê erka we ye

Paşê yek ji fermandarên QSD`ê Omîd Gabar axivî û vekirina dewreyê li hemû şervanan pîroz kir. Gabar got, erka şervanan e piştî herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, herêmên xwe biparêzin û wiha peyivî: “Pêwîst e em dev ji sîstemên hişk berdin û em bi dildarî beşdarî rêxistinê bibin da ku em bihêlin QSD bigihîje asta herî jor.”

Paşê şervanên ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûn, soz da ku ew ê heta dawiyê parastina destketiyan bikin. Şervan ji bajarê Tebqa, bajarokê El-Cerniyê, Caber û El-Mensûrayê ne û dewreya wan aperwerdeyê wê mehekê dewam bike.

 

ANHA/TEBQA