Nivîskar Metîn Aktaş sedem û rêbaza zilma dewleta Tirk bi van gotinan îfade dike: “Yên ku sala 1938’an mala dayika min şewitand, dîsa wan sala 1994’an mala min şewitand.”
Nivîskarê pirtûka Serhildana Şêx Seîd ya bi navê Nişanci (Sekvan), Metin Aktaş, diyar kir ku ji bo civak li hev kom nebin û pirsgirêk çareser nebin hêzên desthilatdar dîroka şaş û derew nivîsandiye.
Metin Aktaş li ser serhildan û darvekirina Şêx Seîd, lêkolîn kir û pirtûka serhildanê nivîsand. Wî diyar kir ku desthilatdaran dîrok şaş ava kirine, wan li ser agahiyên şaş û derew dîrok nivisandiye. Nivîskar Aktaş ku sala 2011’an pirtûka Nişanci (Sekvan) nivîsand, çapa duyemîn a pirtûkê ji weşanxaneya Aramê derxist. Aktaş, anî ziman ku bi vê pirtûkê wî hewl daye nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pirsgirêka Kurd bi xwîneran re parve bike û got, “Me di lêkolînê de dît ku ji serdema serhildanê heta niha di polîtikayên înkar û îmhayê yên li dijî Kurdan de ti tişt nehatiye guhertin. Helwêsta dewletê ya li dijî gelên herêmê nehatiye guhertin. Hemû gelên li ser vê axê, wekî parçeyekî heman bedenê dibîne.” Aktaş, da zanîn ku çapa yekem a pirtûka wî xelas bûye û demeke dirêj e ku wî dixwest çapa duyemîn amade bike, lê ji ber krîz û zextên li ser weşanan, çap nekiriye. Aktaş, da zanîn ku tundiya dewletê ya li dijî çapxaneyan gelek mezin e û got, “Li vî welatî tu dikarî her tiştî bibêjî, lê tu nikarî li ser rewşa dewletê û saziyên dewletê tiştekî bîne ziman. Divê mirov bi hêz û wêrek li dijî pêkanînên dijdemokratîk ên dewletê dengê xwe bilind bike.”
Metîn Aktaş nerazîbûna xwe ji israra dewleta Tirk a tinekirina Kurdan jî wiha îfade dike: “Yên ku sala 1938’an mala dayika min şewitand, dîsa wan sala 1994’an mala min şewitand. Wiha diyar e ku wê mala zarok û neviyên min jî bişewitîninin.”
Romanek li ser rastiya dîrokî
Aktaş, da zanîn ku pênûsa dewletê ya fermî her dem ziman û polîtîkayên manipulasyonê diparêze û wiha lê zêde kir: “Her dem dîrok û rastiyê berovajî dike. Min bi pirtûka “Nişanci” rastiya bûyera 1925’an û Serhildana Şêx Seîd anî ziman. Hem romaneke dîrokî ye û hem jî evîna ciwanekî Elewî ya li dijî jinek sunî tîne ziman. Dîroka fermî wekî dîrokeke derew hatiye nivîsandin. Bi vê dîroka derew, civak hat tevizandin û şaş hat agahdarkirin. Zalim û zilmkar wekî mazlum û mazlûm jî wekî zalim hatin nîşandan.
Nivîskarên muxalif yên li dijî vê rastiyê derketin û rastî nivîsandin hatin bêdengkirin. Hê jî tên bêdengkirin. Divê dewlet bi rastiya xwe re rû bi rû bibe. Lê mixabin bi agahiyên şaş civakê jahrînî dike. Bi derewan rastiya Şêx Seîd berovajî kirine û bi gelê Dersimê dane bawerkirin. Ji bo civak li hev kom nebe û bi hevre pirsgirêkên xwe çareser neke, her dem dîroka şaş û derew nivîsandine. Mîna li dora Dersimê tê gotin ‘Şêx Seîd Efendî hatiye mala Seyîd Riza. Seyid Riza jî xwestiye sewalekê serjê bike. Le Şêx Saîd gotiye ‘Sewalên hûn serjê bikin ez naxwim’ û red kiriye. Seyid Rıza jî Şêx Seîd ji mala xwe qewirandiye’ Derewên bi vî rengî pirr zêde belav kirine û xwestine bi van derewan gel û civakê der barê Şêx Seîd û Seyîd Riza de şaş agahdarbikin. Rastiyeke wisa tine ye. Ji ber ku dewlet naxwaze Kurdên Elewî û Kurdên sunnî bên cem hev.”
Aktaş, da zanîn ku êdî gele Kurd êdî vê pirsgirêkê qebûl nake û xwest hikûmeta desthilatdar hişê xwe bide serê xwe û li gorî rastiyan û heqîqetê gavan bavêje.
MA/AMED