Cenazeyên HGP'iyên ku di pevçûna li bejahiya Hezexa Şirnexê de jiyana xwe jidest dan piştî ku hatin teşhîskirin ji morga saziya edlî tiba Meletiyê girtin û ber bi Amedê ve derxistin rê. Cenaze di ketina Amedê de Parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan, Adîl Kurt, Demîr Çelîk, Ozdal Uçer û Ayla Akat jî di nav de ji aliyê gelek kesî ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Piştî ku cenazeyê Nebî Sinir (Kawa Amed) ê HPG'î bi konvoya ji aliyê bi sedan wesayîtî pêk tê ve birin goristana Yenîkoyê 3 cenazeyên HPG'iyan ber bi Mêrdîn û Rihayê ve hatin rêwîkirin.
Li Serêkaniyê merasîm
Ji 4 HPG'iyan cenazeyê Reşat Arî (Kamuran Penaber) li navçeya Qosera Mêrdînê Parlementerê Muşê Demîr Çelîk û rêvebirên BDP'î jî di nav de ji aliyê bi sedan kesî ve bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Cenaze ji vê derê bi konvoya ku ji sedan wesayîtî pêk tê ber bi gundê Şêxrucuna navçeya Serêkaniyê ve derxistin rê. Li seranserî rê gundiyên nîşaneya serkeftinê dan dirûşme berz kirin û zimêr bilind kirin. Bi hezaran kesî darbesta Ari bi rengên kesk û sor û zer xemilandin bi ser milan birin heta goristanê. Di meşê de posterê mezin ê Arî jî hat vekirin. Bi hezaran kesî heta goristanê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" Tolhildan tolhildan" û "Şehîd namirin berz kirin.
Piştre girseyê cenazeyê Ari bi dirûşmeyên; "Kurdistan dê ji TC'yê re bibe goristan" û "PKK tolhildan" heta goristanê meşiyan. Leşker û polîsên ku gund dorpêç kirine kirin bê navber ji bo gel dirûşmeyan berz neke hişyarî kir, gel jî li hemberî vê yekê bertek nîşan da û cenaze li ber dirûşmeyan spartin axê.
Cenazeyê Selman Elîşê bi nasnav Karker Cegerxwînê HPG'iyê di heman pevçûnê de jiyana xwe jidest dabûn jî li navçeya Şemrexê ji aliyê konvoya bi sedan wesayîtî pêk tê ve hat pêşwazîkirin. Parlementerê Wanê Ozdal Uçer, rêvebirên bajar û navçeyan, MEYA-DER û KurdÎ-DER jî di nav de bi hezaran kes tevlî pêşwazîkirinê bûn. Di merasima ku dirûşmeyên; "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" hat berzkirin de ala PKK'ê hat vekirin. Konvoyê cenaze anî mizgefta Kutbeliyê. Piştre konvoya cenaze ber bi gundê Gulukê ve derket rê. Bi hezaran kesî di ketina gund de darbesta Elîş danîn ser milan û heta goristanê meşiyan. Di dema veşartina cenaze de jî sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.
Bavê Elîş Abbas Elîş jî diyar kir ku kurê wî şehîdê gelê Kurd e û anî ziman ku di dawiya dawî de ew ê biser bikevin.
Akbulut li Girêmîra hat veşartin
Abdulganî Akbulutê bi nasnav Rêber Bagok jî li bajaroka Girêmiraya navçeya Nisêbînê hat veşartin. Cenazeyê ku şevê din derengî şevê anîn Girêmîrayê vê şeveqê bi girseyî anîn mizgefta Girêmîra û wecibên olî pêk anîn. Parlementerên BDP'î Adil Kurt, Şaredar Nisêbînê Ayşe Gokkan Hevseroka BDP'a Mêrdînê Sîhem Elveren Alp, rêvebirên BDP'ê yên bajêr û navçeyan jî di nav de bi sedan welatî tevlî merasimê bûn. Di merasima ku bê navber dirûşmeyên; "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" "Şehîd namirin hatin berzkirin de wêneyên Akbulut hatin bilindkirin. Parlementerê Colemêrgê Adil Kurt jî diyar kir ku gelê Kurd dildarê çekê nîne û wiha axivî: "Em tenê nasname û zimanê xwe dixwazin."
Bavê Akbulut Ramazan Akbulut jî destnîşan kir ku gelê Kurd ji Meletiyê heta Mêrdînê seferber bûne û wiha got; "Me hurmeke mezin ji gel dît. Gelê me xwedî li şehîdên xwe derketin. Bila serê gelê me û rêhevalên wî sax be."
Şaredarê Girêmîra Siraç Dînç jî anî ziman ku wan parçeyek ji bedenê xwe spartine axê û xwest ku rondikên çavên dayîkan êdî rawestin. Piştî axaftinên hatin kirin girse bi dirûşmeyan ber bi mala şînê ya ji bo Akbulut hatiye vekirin ve meşiya.
NAVENDA NÛÇEYAN