Hemû saziyên dewletê bi çavsoriyeke cinawirî di xizmeta RTE-AKPê de ne, xwînrijandin û wehşet ji bo wan bûye dîn û qehremanî. Çapemenî nemaye, havûzmedya tenê li destlibakirina RTE dinêre. Lê dîsa jî ditirsin, di her nêrînê de, xişîna her pel û qirşî de têkçûnên xwe dibînin, lema wekî mar êrişê her liv û tevgerê dikin. Ev nexweşiya kironîk her diçe li wan û sergerdeyê wan girantir dibe, lewma geflêxwarin û virên wan jî mezintir dibin.
Faşîzma AKP’ê hovitiya xwe bi navê xwedê û dîn li ser bingeheke bêxweda û bêwîjdan daye rûniştin, her wehşetî wek fermana xwedê difiroşin û ker jî dikirin. Gel li aliyekê bi tehdît û kuştina hatiye tirsandin, li aliyekê jî bi ruxandin bingehê jiyanê, mirov birçî û bêwar hîştinê, fetisandiye. Lema derfetên berxwedanê gelek teng bûne. Her wisa derfetên birêkxistina “NA” jî wisa ye. Divê mirov li alternatîfên bi karlêk yên birêkxistina berxwedan û Na yê bigere. Di vî warî de afrîner be, pir jîr û cihan fireh be.
Bi baweriya min mirov dikane di vî warî de fablan bikarbîne. Fablan wek belavok û bangaşiya birêkxistiniya berxwedan û “NA” yê derxe pêş. Minaka herî balkêş mînaka Samed Behrengî ye. Wî di dema dîktatoriya şah de ji bo şiyarkirina gel çîrokên wek “Masiyê Reşê Piçîk” nivisî, di berxwedana li dij şah de bi taybetî vê çîrokê roleke gelek erênî lîst. Mînaka bikaranîna fablan li welatên din jî derketiye pêş. Ez jî di vê demê de ji bo zarokan fablên xwendinê amade dikim. Ji bo berxwedanê fableke min a mînak ya bi navê “Sîrsîrko û Kulî” heye, beşek jê:
“…Sîrsîrko hew nêrî ku kêzikên reng a rengî direvin, ji jêr ve jî, oxileke teşeyên reng kesk ên nayên nasîn çi ne, wek bagerekê berbi navenda deştê ve tê. Sîrsîrko berê di cihê xwe de rawestiya, lê hîç netirsiya, tenê bi nûgerî û baleke kûr li wan nêrî. Kêzikek gewrê zîvî ji Sîrsîrko re got: “Be camêro bazde, bazde! Evên tên kulî ne kulîî! Ew wekî hût in, ti pel û pûş nahêlin, giştî dixwin. Dibe me jî bixwin! Bazde, birazî bazde! Canê xwe rizgar ke!”
Sîrsîrko got: “Na ez hozan im, natirsim, baznadim /Ez ê bi stranên xwe silaveke lê bidim /Girtin girtin, negirtin pate nadim!”
Hemû kêzikan xwe di qulikên bin keviran de veşartin. Hinak ji tirsan dilerizîn. Kêzekî kal bi xemgînî got: “Heyfa vî xortî, wê wî ji bixwin!”
Sîrsîrko tembûra xwe danî ser çoga xwe û hetanî tê de hebû, bi her pênc tiliyên destê rastê li têlên tembûr xist. Bi lêxistina wî re, têl lerizîn, dengekî pir zîz wek “Triiinnnnngg” derket. Bi wî dengî re ew oxila kuliyan di cihê xwe de sekinî. Sîrsîrko bang kêzikan kir û got: “Hûn jî kevir bigirin, di rîtma tembûra min de li hev xin. Ewê bitirsin û bi paş ve birevin û birevin!”
Kêzikan ji Sîrsîrko wêrekî hildan û tev de bi hev re kevir girtin û şeq şeq li hev dan. Dû mangeyên di nava mêrgê de diçêriyan jî, bi orîna xwe tevê vê koroyê bûn. Kulî hêdî hêdî bi paş ve gav avêtin. Komeke çivîkan jî berê xwe da wan. Dema kuliyan çivîk dîtin, ji tirsan bi paş ve bazdan û di zuxrê jêr de wenda bûn.”
Belê fablên wiha dikane bibe çîka gurkirina agirê berxwedanê.
Ji bo “Na” yê jî, mirov dikane fablên wek “Heft Karik û Gur” bikarbîne. Bi taybetî jî beşa Kurdî ya bi dengê Barzan Şasuwar mînakeke gelek balkêş e. Dema gur li derî dixe, dixwaze karik jê re derî vekin, karik gişt bi hev re dibêjin: “Nana nana na na! Em venakin na na!” Peyva “Erê” jî sedîsed dişibe, rewşa ji gur re derî vekirinê. Ji wê strana “Nana nana na na!” straneke baş e.
Divê em li gel fablên wiha mînak, li alternatîv û fikrên di nava gel de li dij vê xwînxwarî û wehşeta tê pilankirin birêkxistina “NA” yê bi awayeke berfireh organîze bikin. Di medya civakî de jî cîh bi cîh mînakên balkêş xuya dikin. Mirov dikane silave xwe biguhere; di cihê “Selamûn Aleykûn” de bi Tirkî “Hayirli Sabahlar, Hayirli akşamlar…” Bi Kurdî Kurmancî: Bi dengê bilind bêje: “Na lo!” Na welle! Na bi xwedê! Na em têr in! Na em tiştek venaxwin. Weke her peyvê di NA de jî xêr heye. Tu na lîzî, nelîze, Tu har na nîna lêdixî. Ev camêra jî xêr ji “na”yê tiştek nizane ha! Û û...
Bi folklora Na, lîstika Na! Şanoya Na! Ji hemû hemwelatiyên dilpola yên li ser xaka welêt re serkeftinên bi “NA!”