Partiya Sosyalîst (SP) bi gotina ‘Em Swîsreyeke mîna dîktatoriya Erdogan naxwazin’ li Swîsreyê li dijî nîjatperestiyê wê kampanyayekê bide destpêkirin.
Li dijî înîsiyatîva nijadperest û faşîst a bi navê ‘çarenûsa xwe, xwe bi xwe diyar bike’ ku bi pêşengiya partiya radîkal a rastgir UDC’ê 25’ê Mijdarê li tevahiya Swîsre wê bikeve ber dengdanê, Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) wê bi gotina ‘Em Swîsreyeke mîna dîktatoriya Erdogan naxwazin’ kampanyayê bi rê ve bibe. Nûnerên SP’yê û partiyên siyasî, rêxistinên li dijî înîsiyatîfê derdikevin, bi daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar a bi navê “Li dijî kampanyaya nijadperest Platforma NA’ kampanya dan destpêkirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de xala herî balkêş afîşa Partiya Sosyalîst bû ku li dijî înîsiyatîva nijadperest hatiye amadekirin. Li ser wêneyên dîktatorê Tirk Tayyip Erdogan, Serokê DYE’yê Donald Trûmp û Serokdeletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi nivîsa “Swîsre li ber xwe dide” ya li ser afîşê bal kişand ser rêveberiyên dîktatorî.
Wekîla Partiya Sosyalîst a Neteweyî, Nadîne Masshardt li dijî înîsiyatîfa UDC´yê ku bi referandûmê 25´ê Mijdarê wê biryar li serê bê dayîn, helwêsteke tund nîşan da û got, “Em nikarin bi Tirkiye, Rûsya û DYE’yê re, ku bi dîktatoriyê têne birêvebirin, di heman rêyê de bimeşin.”
Wekîlekî din ê SP’yê jî got, “Li tevahiya cihanê miletgiriya geş bûyî û populîzm dikeve pêşiya mafê mirovan ên sereke. Em mînaka vê ya herî xurt li Tirkiyê dibînin. Em ê destûrê nedin ku ev rewş li Swîsreyê jî bibe. Heger înîsîyatîf bi ser keve, Swîsre wê bibe mîna welatên Erdogan, Pûtîn û Trump”.
ANF/CENEVRE