Endama Meclîsa Jinên Êzîdî ya Şengalê Serhildan Serkeftin, rewşa jinên Êzîdî ya berî û piştî fermanê ji ANF’ê nirxand.

Serhildan Serkeftin da xuyakirin beriya fermana 3 Tebaxa 2014’an hemû mafên jinên Êzîdî dihat binpêkirin û got: “Bê sedem û sebeb jinên Êzîdî dihatin kuştin, mafê jinan yê axaftinê û pêşengiyê nebû. Li ser jinan siyasetek bi xetên stûr û zirav dimeşandin. Civakek ku çiqasî girtî be ewqasî jî pirsgirêk di nav de heye. Bi taybetî di aliyê jinê de. Jin di nava partiyên siyasê yên Kurd ên weke YNK, Goran û hwd hebûn, lê yek perwerde û cihek nebû di aliyê fikrî de jinê pêş bixe.”


PDK ji nêrîna Rêber APO ditirse

Serhildan bal kişand ser zextên PDK´ê yên li hemberî xebatên wan ên di nava jinên Êzîdî de û wiha pê de çû:” Bendên kontrolê yên PDK’ê de em rastî astengiya dihatin. Digotin hûnê biçin mala kê, biçim cem kê, di vî warî de gelek zext li me dikir.Heya ku me cejnek weke 8’ê Adarê pîroz dikir, em rastî gelek astengiyan dihatin. Me nedikarî bi awayekî vekirî pîroz bikin. Bi awayê civîna di hindirê mala de me 8’ê Adarê pîroz dikir. Di her aliyê rêxistînî û cejnan de PDK’ê dibû asteng. Bi taybetî PDK ji nêrînên Serokatî, TEVDA û jinê ditirsa.” 


Îradeya jinên Êzîdî derket holê

Endama meclîsa Jinên Êzîdî ya Şengalê da zanîn ku piştî fermanê gelek guhertinên mezin di nav jina Êzîdî de çêbûn û wiha wiha dewam kir: “Êdî jina Êzîdî ne ew jina berê ye. Refleksên wê yên pir dijwar û xurt li hemberî djimin çêbûn. Êdî jinê xwe bi rêxistin dike, tevlî nava siyasetê dibe, di nava hêza leşkerî de cihê xwe digire. “ Serhildan Serkeftin di dawiya axaftina xwe de vê bangê li jin û xortên Êzîdî kir: “Ji bo ku bi her awayî bi rêxistin bikin divê jin û xortên Êzîdî werin tevlî YBŞ û YJŞ’ê bibin. Her kesê dibêje ez Êzîdî me, divê vegerin Şengalê.”


ANF/ŞENGAL