Yuhanna Ibrahîm ku dostekî baş ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û çav li rê bû bibe petrîkê Dêra Suryanî-Ortodoks û Metranê Helebê Pavlus Yazici, piştî ayîneke li Skenderûnê beşdarî, 22´yê Nîsana 2013´an vegeriya Sûriyê, û li ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de hatin revandin.
Dema ku herdu Metran di rê de bûn komeke tundraw a bi eslê xwe ji Qafqasyayê, rêya wan birrî û ew revandin. Serekê vê komê Ebu Banat bû ku bi navê xwe yê fermî Magomed Abdurahmanov e.
Ebu Banat di salên destpêkê ê şerê navxweyî yê Sûriyê de bi vîdeoyên serjêkirinê dihat nasîn. Êrişa yekem a çekên kîmyewî ya li Sûriyê jî koma Ebû Banat bi komkujiya Han el-Assal kiribû.
Ebû Banat di şerekî bi çeteyên din re birîndar bû, û revî Tirkiyeyê. Polîsê Tirk ew li Stenbolê girt, û wî di îfadeya xwe de got, ew MÎT´ê re şixuliye.
Wezareta Edaletê ya delweta Tirk qebûl nekir ku Ebû Banat di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê bê dadgehkirin û tenê ji ber endametiya rêxistinê 7 sal cezayê girtîgehê lê hat birrîn. Parêzer Erkan Metin ê ku doza herdu metranên kuştî dibêje, Ebû Banat herdu metran jî kuştine û AKP wî diparêze. Di hevpeyvîna hevalê me yê rojnamevan Îsmet Kayhan a bi Erkan Metîn re, parêzer wekî din li ser agahiyên dawî yên li ser aqûbeta metranan dibêje, “Di lêkolîna min a derbarê bûyerê de min li ser malpera Emîrtiya Qafqas a fermî de min nivîsek peyde kir. Di nav wê nivîsê de dihat gotin, demeke kurt piştî ku metran hatin revandin, Ebû Banat bombe bi wan ve girê da û ew kuştin. Niha piştî 5 salan gelekî muhtemel e ku ev agahî rast be.”
Hikûmeta Tirk û qatil dost bûn
Parêzer Erkan Metin wekî din, li ser daxuyaniyên hingê yên rayedarên dewleta Tirk ên ku digotin, metran sax in, wan têkilî bi kesên ew revandî re daniye, wiha nirxand: “Hikûmeta Tirk nexasim Davutoglu, di çarçoveya siyaseta xwe de haydar bû ji hemû komên piçûk û mezin ên îtxal muxalif ên herêmê. Ji ber ku me di dosyaya doza endametiya El-Qaîdeyê ya Ebû Banat de jî dîtiye, hîna ji destpêkê ve jî haya hikûmeta Tirk jê hebû ku wî metran revandine. Bi ya min, piştî ku Ebû Banat li biryargeha xwe bi şideteke pîskopatî metran qetil kirin, li şûna ku hikûmet vê derêxe holê, tercîh kir ku bibêje, ew sax in.”
NAVENDA NÛÇEYAN