BÊRÎVAN ALTAN / MA/ENQERE

Tirkiye 400 Kurdên Li Elmanyayê kirin ber lêpirsînê. Li gorî eşkere bû, li ser fermana Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ev lêpirsîn daye destpêkirin, li dijî endam û rêveberên komeleyên Kurd û rêxistinên demokratîk de binçavkirin didome. Herî dawî dayika parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîrê, Kadriye Îmîr dema ji Elmanyayê çû Enqereyê li Enqereyê hat girtin û berdan.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu, têkildarî van lêpirsîn û girtinan di 3’ê Adara 2019’an de gotibû, “Li Elmanya û Ewrûpayê tev li civînên rêxistinên terorê dibin. Piştre diçin li Antalya û Bodrumê li Muglayê betlanê dikin. Me ji bo wan jî niha tedbîr girtin.”

Bêhiqûqiya ku wî navê tedbîr li wan kir zû encamên xwe dan der, di nava 6 mehên dawî de 62 welatiyên Elman hatin girtin û 38 welatiyên Elman jî hatin dersînorkirin.

Dozeke komî

Têkildarî mijarê parêzer û siyasetmedarên ku elaqeder dibin, diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsîna li Enqerê de 400 welatiyên Elman ketine ber lêpirsînê. Parêzeran got, piştî daxuyaniya Wezîr Soylu 40 kes hatine girtin. Parêzer û siyasetvanan got, têkildarî lêpirsînê ji Konsolosiya Elman agahî stendine û lê Konsolosiya Elman bêdeng dimîne. Ew dibêjin, lêpirsîn bi awayekî veşartî tê kirin.

Ya derketî holê ew e ku ew navên kesên di komeleyên legal de li Elmanyayê kar dikin, ji Rojnameya Sivîl a Bazirganiya Elmanyayê ya fermî peyde dikin. Bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” û  “propaganda kiriye” der barê qederê 400 kesî de lêpirsîn hat destpêkirin.

Êriş li dijî Kurdan e 

Di nava pirsên ji binçavkiriyan hatine kirin, yên weke, Hûn tev li bernameyên li ser fermana Abdullah Ocalan û rêxistinê bûne yan na? Hûn der barê KCDK-E´ê de çi difikirin? jî hene.

Li gorî Parêzer Alîşan Şahîn, di lêpirsînê de tiştekî berçav tine ye: “Ev dosya û lêpirsîn binpêkirina mafên mirovan e. Mirov ji kar û barên xwe tên qutkirin. Ev lêpirsîn ne hiqûqî ne. Di bin zextên siyasî de ev lepîrsîn tên vekirin. Li dijî kesên di komeleyên li Elmanyadê de dixebitin, ev operasyon pêk tê û dixwazin wan bitirsînin. Ev operasyon bi fermana Enqereyê hatiye destpêkirin. Ev li dijî hiqûqê ye.”