Şandeya Peymangeha Pêşxistina Demokratîk li bajarê Qamişlo bi Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin Tolîn Roza û Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl re hevdîtin kir.

Şande ji Nunerê Serokwezîrê Birîtaniya Devid Kamiron li Lîbyayê Jonathan Powel, Akadimisiyen û Şêwirmedê Siyayî yê Peymangehê Peter Galberath, Rêvebirê Peymangehê Kerîm Yeldiz, Serkretera Peymangehê Lucy Stuart û Alîkarê Peymangehê Mustefa Gandogdu pêk tê.

Piştî pêşwazîkirinê di navbera fermandarên YPG/YPJ’ê û şandeya navnetewî de civîneke ji çapemeniyê re girtî ku saet û nîvekê dirêj kir, hat lidarxistin. Li gorî ku Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl da xuyakirin, her aliyan geşedanên dawî li Sûriye Rojhilata Navîn di qada leşkerî de hatin nirxandin û bal hate kişandin ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê. Di civînê de rola YPG û YPJ’ê di parastina hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan de hate vegotin. Berxwedana lehengî ku şervanên YPG û YPJ’ê yên ji hemû pêkhateyan li hemberî çeteyan nîşan didin mijara sereke ya civînê bû. Herdu aliyan makanîzmeya hevkariya hemû hêzên leşkerî yên Sûriyeyê jî gotûbêj kirin.

Şandeya navnetewî û fermandarên YPG’ê pêwîstî dîtin ku di navbera van hêzan û dewletên Ewrûpayê de kordîneyek were çêkirin da ku ew jî helwesteke ciddî di şerê li dijî DAIŞ’ê li Rojava û Rojhilata Navîn de bigrin. 


 ANHA/QAMIŞLO